Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir 2024-03-22 11:33:48   ŞIRNEX - Dîmenên kêliya ku dema zarok ji Cejna Newrozê ya Cizîrê vedigeriyan malên xwe û rastî tundiya polîsan hatin derketibûn holê. Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine, kir.    Di 20’ê Adarê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi tevlibûna deh hezaran Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê, polîsan êrişî girseya dimeşiya kir. Di dema êrişê de polîsan tundî li 6 zarokan kirin û ew binçavkirin.     Dema zarok ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan malên xwe, polîsan li ser Pira Yafesê ya Cizîrê tundiyê li zarokan dikin. Dîmenên kêliya tundiyê hatin kişandin. Gelek polîsan pêşiya zarokan girtin û di dema karûbarê binçavkirinê de ji pişt ve mist li zarokan xistin. Polîsekî, dema zarokekî hewl dida mudaxileyî polîsê ji pişt ve mist li zarokekî dida bike, pêhn li zarokî da. Piştî ku bûyer di çapemeniyê de cih girt, Baroya Şirnexê ragihand ku dê giliyê polîsên ku îşkence li zarokan kirin, bikin.    ‘EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎNIN’     Baroyê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Piştî Cejna Newrozê ya di 20’ê adara 2024’an de li navçeya me hate kirin, dîmenên ku qismekî polîsên peywîrdar tundiyê li zarokan dikin di çapemeniyê de cih girtin. Em vê mûameleya li dijî mirovahiyê û rumetê ku li gorî qanûnên netewî û navnetewî weke îşkence û mûameleya nebaş tên binavkirin qebûl nakin. Em ji raya giştî re ragidihînin ku em ê giliyê polîsên peywîrdar bikin û bûyerê bişopînin.”