Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn? 2024-03-22 11:47:59   AMED - Zêdetirî milyonek kes tev li Newroza Amedê bûn. Kesên di protokolê de cih girtin, têkildarî peyamên li qadê hatine dayîn axivîn.    Mîna her sal, îsal jî li Amedê pîrozbahiyeke dîrokî ya Newrozê hat lidarxistin. Newroz hem di nava hefteyê de bû, hem baran dibariya hem jî hewayekî sar hebû lê dîsa jî bi tevlibûna zêdetirî milyonek kesan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi dirûşma a îsal a Newrozê anku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin. Di axaftinên siyasetmedaran de û di dirûşmên beşdaran de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, muzakere û yekitiya neteweyî ya gelê kurd derketin pêş.    Kesên ku weke mêvan li Newrozê hatin vexwendin û di protokolê de cih girtin, têkildarî peyamên girseyê û siyasetmedaran ji MA’yê re axivîn.    KUÇUKBALABAN: DAXWAZA AŞTIYÊ DERKET PÊŞ   Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban got ku di Newroza Amedê de daxwaza aştiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê derkete pêş. Kuçukbalaban anî ziman ku polîtîkaya “ewlehiyê” ya ku çil sal e tê domandin bêhtir rê li ber şer û pevçûnan vedike û wiha got: “ÎHD li gel aştiyê ye û têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê didomîne. Li girtîgeha îşkence û binpêkirinên mafan zêde bûne. Di qada civakî de jî azadî tên bisînorkirin. Serdestiya hiqûqê ji holê hatiye rakirin. Divê rêyekî ji bo aştiyê vekin.”   Bi domdarî Kuçukbalaban destnîşan kir ku yek ji aktorên sereke yên aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Divê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin. Divê derfetê bidin ku rola xwe ya aştiyê bilîze. Her wiha hêvîdarim hilbijartinên 31’ê Adarê bibin wesîleya aştiyê. Hilbijartin demkî ne lê ev daxwaz mayînde ye. Divê dev ji polîtîkayên ewlekariyê berdin.”    KAYA: ÇARESERIYA DEMOKRATÎK ŞERT E   Serokê Odeya Bazirganiyê (DTSO) ya Amedê Mehmet Kaya jî got peyama “Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk şert e” ji qada Newrozê derketiye. Kaya, bi bîr xist ku pêvajoyên guftûgoyê yên têkildarî meseleya kurd gelek caran xitimîn e û wiha got: “Kî bikare feydeyekî bide vê pêvajoyê, divê tev li bibe. Xuyaye ku di serî de jî Abdullah Ocalan e. Di wê baweriyê de me ku aqilê siyasî yê Tirkiyeyê jî dê ji bo aştiyê bixwaze ku Abdullah Ocalan bikeve dewrê.”    'ŞET Û MERC YEKITIYA KURDAN FERZ DIKIN’   Kaya, bal kişand ser geşedanên li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Em dibînin ku li dijî welatên kurd lê dijîn operasyonên taybet tên kirin. Şert û merc yekitiya kurdan ferz dikin. Nexwe dê li her çar parçeyan pirsgirêkên girîng bijîn. Bi taybet jî divê rêberên siyasî ji bo yekitiyê gav biavêjin.”    EREN: BILA DERDORÊN TÊKILDAR GUH BIDIN VAN DAXWAZAN    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku pîrozbahiyên Newroza Amedê her tim di nava gelê kurd de rê li ber kelecanê vedike û wiha axivî: “Peyamên li vir tên dayîn her tim ji bo pirsgirêka kurd, pirsgirêkên civakî û çareseriya aştiyane girîng bûne. Di raya giştî ya Tirkiyeyê de deng vedane. Kurd, her Newrozê weke hêviyê dibînin. Me îsal jî ew ruhê Newrozê hîs kir. Li gorî me şer û tundî çareserî nîne. Divê rêbazên çareseriya demokratîk bikevin dewrê û ji bo aştiyê gav bên avêtin. Ev 40 sal in şer heye û gel êdî aştiyê dixwaze. Divê guh bidin vî dengî.”    ‘DIVÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BI DAWÎ BIKIN’   Eren, got ku çareseriya meseleya kurd bi tevlibûna aktorên wê pêkan e û wiha derbirî: “Di sala 2013’an de Abdullah Ocalan peyamek şand û pêvajoyeke gel jê razî hat jiyîn. Divê tevahiya aktoran niha bi berpirsyartiya xwe rabin û derfetan biafirînin. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Tevî ewqas biryarên binpêkirinê jî hêj em li ser tecrîdê diaxivin. Hêvîdarim di demekî nêz de gav bên avêtin.”    TANRIKULU: LI BAJARÊN CUDA LI AŞTIYAYA TIRKIYEYÊ NEGERIN    Parlamenterê Partiya Gela a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî got ku Newroz her çend ji bo gelên din xwedî wateyeke cuda be jî ji bo kurdan tê wateya “azadiyê û berxwedana li dijî zilm û zextê.” Tanrikulu, diyar kir ku beşdarên Newrozê daxwaza aştiyê qêriyan û wiha got: “Ev daxwazeke hevpar e ku dixwazin şer bisekine, çek nebin û aştiyeke birûmet bikeve meriyetê. Bi sala ye ev daxwaz tê kirin lê Enqere nabihîse. Ez careke in li qadê bang dikim; li Bexdayê, li Brukselê li aştiya Tirkiyeyê negerin. Aştiya Tirkiyeyê li vir e. Guh bidin daxwaza bi sed hezaran kesan. Çareseriya vê daxwazê li Meclisê ye. Meseleya kurd, pirsgirêka hevpar a Tirkiyeyê ye. Divê hemû partiyên siyasî di vê mijarê de bên gel hev. Heke em ji cihekî dest pê bikin, dê gav bi gav pêş bikevin. Rola her aktorekî siyasî heye. Em dikarin pêvajoyeke ku her kes tev li dibe bidin destpêkirin.”    ‘DIVÊ MASEYEK WERE AVAKIRIN Û HER KES LI WIR BE’   Tanrikulu got ku neçareserkirina pirsgirêka kurd û domandina şer ji bo hin kesan “qadeke bikonfor” ava dike û wiha bi dawî kir: “Xelk birçî ye, xizan e û bêkar e lê ev tevek li pey gotinên nefretê, cihêkariyê û pevçûnan ketine. Mirin hene lê tu kes naaxive. Anku kesek dev ji vê konfora xwe bernade. Lewma meseleya kurd nabe rojeva vê siyaseta serdest. Tirkiye nikare êdî vê meseleyê bi vî awayî ragire. Divê maseyeke were avakirin, ev maseye li parlamentoyê be û her kes li dora wê bicive. Divê em êdî ji cihekî dest pê bikin.”