Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-03-22 12:04:16   AMED - 38 jê zarok bi giştî 204 kesên di Newroza Amedê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di dema pîrozbahiya Newroza Amedê de bi hinceta cil û bergên kurdî û bandajên bi rengên kesk, sor û zer 38 jê zarok bi giştî 204 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û zarok jî birin Şaxa Zarokan. Binçavkirî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911 a civîn û xwepêşandan” hatin sûcdarkirin. Her 204 kesên binçavkirî piştî îfadeyê hatin berdan.    Ciwanên ku di 19’ê adarê de li Amedê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin jî şevê din di saetên dereng de hatin berdan. Hat zanîn ku lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îxbarekê hatiye destpêkirin. 26 kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.