Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin 2024-03-22 12:39:54   ŞIRNEX - Li Cîzira ku baran veguherî lehiyê, ava ku di înşaeta avahiya şaredariyê ya kevn a ji aliyê qeyûm ve hate firotin de kom bû, ji bo 4 avahiyan bû xetereya hilweşînê. Malbatên ku li van avahiyan dijiyan ji malên xwe hatin derxistin.    Barîna baran zêde ya duh bişev bandor li navçeya Cizîr a Şirnexê kir, veguherî lehiyê. Ji ber pirsgirêkên pergala binesazî û avahisaziyê ya navçeyê ku şaredarî di bin rêveberiya qeyûman de ye, cade û kolan piştî baranê veguherî golê û bi sedan mal û kargeh di bin avê de man. Du kesên ber bi ava lehiyê ketin jî birîndar bûn.    Tîmên şaredariyê ji ber kêmbûna wesayîtan û amûran nekarîn xwe bigihînin kesên ku mal û kargehên wan di bin ava lehiyê û heriyê de man. Gelek malbat û esnafên ku mexdûr in li benda alîkariyê ne.    Ava ku di înşaeta avahiya şaredariyê ya kevn a ji aliyê qeyûm ve hate firotin de kom bû, ji bo 4 avahiyan bû xetereya hilweşînê   Avahiya şaredariyê di 24’ê gulana 2023’yan de ji aliyê qeyûm ve bi usula teklîfa girtî bi 65 milyon lîreyan firotibû kesê bi navê Hamdîn Babat. Piştî barîna baranê hîmê avahiya şaredariya ku ji bo çêkirina otopark, kargeh û avahiyan hatibû hilweşandin, bi avê tejî bû.    4 AVAHÎ HATIN VALAKIRIN    Ava kombûyî belavî hîmên her 4 avahiyên li kêleka înşaetê û xetereya hilweşînê çêkir. Ji ber vê yekê malbatên di avahiyên behsa wan tên kirin de dijîn hatin tahliye kirin.    BARÎNA BARANÊ DÊ HETA ÊVARÎ BIDOME    Di daxuyaniya ji Miduriyeta Herêma Meteorolojiyê hate kirin de, hate ragihandin ku barîna barana zêde de êvarî bidome. Ji ber baranê dibistanên li navçeyê îro navber danê.