Xelat dan rojnameger Muftuogluyê 2024-03-22 12:54:26   STENBOL - Xelata Aştî û Demokrasiyê ya Mafên Mirovan ya Bijîjka Diranan Dr. Sevînç Ozgûner, dan edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglu ya piştî girtina 10 mehan hate berdan   Odeya Bijîjkan a Stenbolê (ÎTO), xwediyên xelata Aştî û Demokrasiyê ya Mafên Mirovan ya Bijîjka Diranan Dr. Sevînç Ozgûner aşkere kirin. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglu ya di 3'yê gulana 2023’yan Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin û piştî girtina 10 mehan hate berdan, di nava kesên ku xelat wergirtine de cih girt.    Her wiha, Îlhan Samî Çomak ê ji sala 1994’an û vir ve girtî ye û mafê wî yê darizandina adil hatiye binpêkirin û berxwedêrên Akbelenê yên li hember firehkirina qada madenê ya Daristana Akbelenê têdikoşin jî xelat wergirtin.   Merasîma xelat dayînê, dê di 23'yê gulanê de li avahiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê ya li Cagaloglûyê bê lidarxistin.