Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin 2024-03-22 13:01:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên 81 bajaran bi daxuyaniyeke hevpar dan zanîn ku di nava 9 salan de sûcên zayendî yên li dijî zarokan sê qet zêdetir bûne. Baroyan bal kişandin ser girîngiya polîtîkayên tevdîrgirtinê û wiha bang kirin: “Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin.”    Derket holê ku Metîn Şenay li navçeya Bagcilar a Stenbolê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li gelek zarokan kiriye û li bajarên konteyniran a Meletiyê jî zilamê bi navê A.C. ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zaroka 7 salî hatiye girtin. Li ser vê yekê baroyên 81 bajaran ji bo balê bikişînin ser sûcê zayendî daxuyaniyeke hevpar dan.    Baroyan, dan zanîn ku li gorî daneyên Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê di nava 9 salan de bûyerên îstîsmarên zayendî yên li dijî zarokan sê qet zêde bûne. Baroyan banga “Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin” kirin. Baroyê da zanîn ku Metîn Şenay di sala 2009’an de ji heman sûcan hatiye darizandin lê belê bi hinceta “delîl têr nakin” hatiye beraetkirin.    Di daxuyaniyê de baroyan xwestin ku îstîsmarên li dijî zarokan dikevin rojeva raya giştî lê demek piştre tên jibîrkirin û wiha hat gotin: “Divê ji bo pêşîlêgirtina tundî û îstîsmara li dijî zarokan polîtîkayên tevdîrê bikevin meriyetê û kiryar bên cezakirin.” Baroyan bi domdarî dan zanîn ku ji bûyerên di demên dawî de zêde dibin xuya dike ku cezayên di TCK’ê de cih digirin têr nakin û hat xwestin ku dewlet li gorî peymanên navneteweyî yên ji bo pêşîlêgirtina îstîsmarkirina zarokan û parastina mafên zarokan tevbigere.    Baroyan, bi domdarî xwestin ku çarçoveya Komîsyona Lêkolînkirina Îstîsmarkirina Zarokan were berfirehkirin û di bin sîwana TBMM’ê de “Komîsyona Mafên Zarokan” were avakirin. Baroyan, ji bo pêşîlêgirtina îstîsmara li dijî zarokan bang li hemû derdoran kirin û wiha gotin: “Divê di tundî û îstîsmarên zayendî yên li dijî zarokan de cezayên herî giran bên dayîn. Em bi rêzdarî bi raya giştî re parve dikin ku dê hemû dozên îstîsmarên li dijî zarokan ji nêz ve bişopînin.”