Ji girtiyan peyama Newrozê 2024-03-22 14:26:36 AMED - Girtiyên ji Girtîgehên Edene û Antalyayê peyama Newrozê şandin wiha gotin: “Bila gumana kesê nebe ku em ê vê Newrozê bikin wesîleya parçekirina hemû pergalên koletî, tecrîd, îşkence, mirin û zindanê.”   Muhammed Kartal ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin bi rêya dayika xwe Afîfe Kartal a di çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin de cih digire peyama Newrozê şand. Kartal ê di peyama xwe de wiha got: “Em ji zindana Antalyayê hemû gelê Kurdistanê silav dikin û Cejna wan a Newrozê pîroz dikin. Newroza hevalên li qadên azad li ber xwe didin, Newroza Serokatî pîroz dikin. Em bawer dikin ku ev Newroz dê serkeftina herî mezin û azadiya Rêbertiyê ji me re bîne.”    Ferhat Onkol ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin jî di nameya ku şandiye de wiha got: “Em Newroza 2024’an di zindanên zilmê de di bin şertên tecrîdê de pêşwazî dikin. Hinceta me ye xurt e, berxwedana me ye bênavber e, hêviya me ya azadiyê ji her demê bêtir zêde ye.”   Onkol, di berdewama nameya xwe de ev tişt gotin: “Em li cihên cuda di heman demî de û bi heman hestan Newrozê pêşwazî dikin, germahiya wî û kelecana wê di dilê me de ye. 3 zilikên şixateyê yên Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku çaran bi agirê xwe gur kirin, vîn, zanîn û ruhekî Newrozê yê nû ava kir. Em ê li bircên Amedê bi Zekiye Alkan, li kolanên Cizîr û Nisêbînê bi Binevş Agal (Bêrîvan), li Kadîfekaleya Îzmîrê bi Rahşanê, li Ewropayê bi Ronahî û Bêrîvanê, li zindana Çanakkaleyê bi Sema Yuceyê, li lûtkeya Zagrosan bi Viyan Soranê, li Girê Miştenûr bi Arîn Mîrkanê, li Çûkûrovayê bi Veysî û Gurbetelî Ersozê û bi artêşa cangoriyan a ji deh hezaran pêk tê re di rojên birûmet û Newrozên azad de hev bibînin.”   ‘EM Ê VÊ NEWROZê BIKIN WESÎLEYA PERÇEKIRINA TECRÎDÊ’    Onkol, di nameya xwe de da zanîn ku heqîqeta Newrozê berxwedan û azadî ye û wiha got: “Newroz xwedîderketina gel û civakê ya nirxên xwe yên azadiyê ye. Azadî xwe nasîn û xwedî derketina rûmeta civakî ye. Gelên ku rêber û pêşengên wan dîl girtî ne, ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Îro tişta li gelê me tê ferzkirin ev e.    Li hebûna me ya civakî îşkenceya tecrîdê tê kirin. Em di bin banê gefa ji holê rakirinê de dijîn. Tişta ji bo gelekî herî zêde şerm, pejirandina vê pergala mirinê ye. Em bi pergaleke ku ji bilî mirin, kuştin, xwîn û êş kişandinê sozan nade re rû bi rû ne. Divê em ji nifşên nû re ne şermeke wisa exlaqê azadiyê û çanda berxwedanê ya biheybet bihêlin. Bila gumana kesê nebe ku em ê vê Newrozê bikin wesîleya parçekirina hemû pergalên koletî, tecrîd, îşkence, mirin û zindanê. Em bi vê bawerî, hest û hêviyan Cejna we ya Newrozê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku tecrîd dê rê li ber pêşerojeke azad a bêyî zindanan veke.”