Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin 2024-03-22 14:33:53 ŞIRNEX - Ahmet Turk û şandeya pê re li Cizîrê serdana malbatên ku malên wan di bin lehiyê de mane kirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê barîna baranê ku 2 roj in didome veguherî lehiyê. Ji ber pirsgirêkên pergala binesazî û avahisaziyê ya navçeyê ku şaredarî di bin rêveberiya qeyûman de ye, kûçe û kolan piştî baranê veguherî golê û bi sedan mal û kargeh di bin avê de man. Du kesên ber bi ava lehiyê ketin jî birîndar bûn. Şandeya ku ji namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan, namzetên hevşaredariyê yên Cizîrê Guler Tunç Yerbasan, Abdûrrahîm Dûrmûş û rêxistina navçeyê pêk dihat serdana malbatên ku mexdûr bûne kirin.    Di serdana malbatan de daxwaz û gazinên şeniyên taxê hatin guhdarkirin. Pişt re şandeyê di malên ku di bin avê de mane lêkolîn kir.