Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand 2024-03-22 15:03:14 WAN - Ferdên eşîra Îskiyê ya li Erdîşê, îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin bi serdana DEM Partiyê derewandin û wiha gotin: “Ji qirkirina Geliyê Zîlan û wir ve em li cem gelê xwe ne.”   Li navçeya Erdîşê ya Wanê, AKP’yiyan weke propagandaya hilbijartinên herêmî ragihandibûn ku eşîra Îskiyê dê pişgiriya wan bike. Eşîra Îskiyê ev rewş derewand. Bi sedan ferdên ji eşîra Îskiyê li kolana Dalanê ya navçeyê hatin bahev û heta buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşiyan. Ferdên eşîretê yên ku alên DEM Partiyê di destê wan de hebûn, li ber buroya hilbijartinê ya hatinê, ji aliyê DEM Partiyiyan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin.    ‘EM HATINE COŞA WE ZÊDE BIKIN’   Di daxuyaniya ku ji aliyê Eşîra Îskiyê ve li vir hate dayîn de wiha hate gotin: “Weke eşîra Îskiyê ne ji îro ve, ji qirkirina Geliyê Zîlan û wir ve em li cem DEM'ê ne, em li cem gelê xwe ne. Kî dixwaze der heqê me de çi bibêje bila bibêje. Em nehatine ku tev li DEM Partiyê bibin, ji xwe em DEM Partiyî ne. Em ne ji bo ku beşdarî we bibin hatine, em ji bo coşa we zêde bikin hatin.”    Rêveberên DEM Partiyê jî gotin ku “Ev partiya gel e, partiyeke Kurdistanê ye” û ji ber piştgiriyê spasiyên xwe pêşkeşî ferdên eşîrê kirin.    Pişt re ferdên eşîretê û partîyiyan destên hev girtin û dest bi gerandina govendê kirin.