Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin 2024-03-22 15:04:28 EDENE - Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê Yaşar Demîr ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ku dê di 24’ê adarê de bê lidarxistin bang kir û got: “Werin em bi hev re li dora agirê Newrozê govenda azadiyê bigerînin.”    Pîrozbahiya Newroza îsal a Edeneyê dê di 24’ê adarê de bê lidarxistin. Pîrozbahî dê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bê lidarxistin û dê saet di 12.00’ê de dest pê bike. Amadekariyên pîrozbahiyê bi rojan berê dest pê kiribû û hêj didomin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Yaşar Demîr banga tevlibûna Newrozê li xelkê bajar kir.    Demîr, da zanîn ku ji bo pîrozbahiyê hemû destûr hatine dayîn û got: “Werin em bi hev re li dora agirê Newrozê govenda azadiyê bigerînin.”    Demîr, diyar kir ku mîna di tevahiya pîrozbahiyên îsal de dê di Newroza Edeneyê de jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê kirin û ev bang kir: “Banga me li hemû kesên aştîxwaz, azadîxwaz, li gel edalet, demokrasî û hiqûqê ew e ku li dora agirê Newrozê bicivin. Bijî Newroz.”