Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin 2024-03-22 15:27:06   SÊRT - Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş bertek nîşanî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê ku di ezmûna ceribandina TYT'ê de reklama namzetê AKP’ê kir, da û da zanîn ku ew dê derbarê bûyerê de giliyê bikin.   Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê duh ji bo şagirtên lîseyê ezmûna ceribandinê ya TYT'ê kir. Midûriyetê di pertûkokan de navê namzetê şaredariyê yê AKP’ê Ekrem Olgaç nivîsand û reklama wî kir. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê û namzetên wê yên hevşaredariyê têkildarî bûyerê li ber deriyê midûriyetê bertek nîşanî midûriyetê dan. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî li ber midûriyetê amade bûn.   Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş, da zanîn ku ew weke parlamenter nikare bi wesayîta xwe bikeve nava hewşa Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Sêrtê û diyar kir ku lê navê namzetê AKP'ê di ezmûna ceribandinê ya TYT’ê de cih digire. Saritaş, bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ez nûnera vî bajarî me, lê ji ber ku rayedaran asteng kir ez nikarim bi wesayîta xwe bikevim nava hewşa Midûriyeta Perwerdehiyê. Lê li vir namzetê AKP'ê dikare bi navê xwe, bi reklamên xwe, li ser navê perwerdehiya neteweyî, li dibistanan ji xwendekarên lîseyê yên di polên 12’an de testên belaş ên ceribandinê bide. Ev jî dide nîşan ku em bi partiyan re di nava pêşbirkê de nînin, em bi hemû derfetên dewletê re di nava pêşbirkekê de ne. Dû re jî radibin û qala qanûnê dikin. Di makeqanûnê de diyar e, li vî welatî qanûna 657 heye, yên ku di bin 657’an de ne, divê bêalî bin û ew ne endamên tu partiyeke siyasî ne. Lê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya bajêr çawa dikare vê yekê bike? Em ê der barê vê bûyerê de giliyê bikin.”