Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin 2024-03-22 15:40:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Battalgazi û Haymanayê agirê Newrozê hate vêxistin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    Pîrozbahiyên Newrozê ku îsal bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" tên lidarxistin li gelek bajaran didomin. Îro jî agirê Newrozê li Meletî û navçeya Haymana ya Enqereyê hate vêxistin.    Pîrozbahiya Newrozê li Jorexaçerêya Emeksîzê ya li navçeya Battalgaziyê hat lidarxistin. Tevî hewayê sar jî gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Li dika Newrozê wêneyê Kemal Kurkut hate daliqandin. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Kemal Kurkut nemir e”, “"Newroz pîroz be" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Nazim Bayram Newroza welatiyan pîroz kir. Bayram, erdhejên 6’ê Sibatê bi bîr xist û polîtîkayên îktîdarê rexne kir.    SABAHAT TUNCEL PEYAM ŞAND   Siyasetmedar Sabahat Tuncel jî peyamek ji bo Newrozê şand. Tuncel, da zanîn ku Newroz navê berxwedan, vejîn û şiyarbûnê ye û kevneşopiya berxwedanê ya Kawayê Hesinkar, Mazlum Dogan û Semayan e. Tuncel, got ku kurdistaniyên xwe li ser agirê Newrozê re diavêjin, her tim hêviya azadî, aştî û edaletê dikin. Tuncel, wiha domand: “Birêz Ocalan bi şahidiya milyonan kesan ne tenê ji bo gelên Kurdistanê, ji bo hemû gelên cîhanê mizgîniya destpêkeke nû da. Milyonan kesan jî ev hêvî û mizgînî qebûl kir. Lê mixabin îktîdarê û rejîma qesrê hêviya aştî û azadiyê ya gelan asteng kir. Gelê me îro dîsa bi heman daxwazan qadên Newrozê tije kirin. Ev Newroz dê bibe Newroza berxwedan û hêviyê... Têkoşîna jinan dê pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya gelên me, gelê Kurdistanê bike. Bi vê bîr û baweriyê ez Cejna Newrozê li gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz dikim.”    Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Meletiyê Sevîm Şîmşek jî wiha got: “Ev meydan, meydana azadiyê ya li dijî zaliman serî rakiriye. Di şexsê Kemal Kurkut de em hemû kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”    ‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’   Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê yên li dijî Meletiyê û wiha got: “Dixwaze Meletiyê bênasme bike, ji kurdan vala bike. Di erdhejê de xuya bû ku partiyên pergalê li vir tiştek nekirine. Mirovên me bi rojan di bin kavilan de man, av nehat dayîn, kon nehatin belavkirin û AFAD’ê kon firot.”    Bi domdarî Koçyîgît bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got ku dewlet bi tecrîdê re pirsgirêka kurd bêçareserî dihêle. Koçyîgît, wiha pê de çû: “Em li vê qadê diqîrin; tecrîdê bi dawî bikin û ji bo çareseriya meseleya kurd bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd, birêz Ocalan e.”    Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyan li ber stranên koma Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) govend gerandin.     ENQERE/HAYMANA   Li navçeya Haymana ya Enqereyê jî Newroz hat pîrozkirin. Gelek kes tev lil bûn. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.    Namzetê DEM Partiyê yê Haymanayê Mahmût Başaran di pîrozbahiyê de got ku ew ji bo şaredariyeke ku gel xwe bi xwe birêve bibe bûye namzet. Başaran, wiha domand: “Yên ku karên herî giran ên bajar dikin, yên herî bi erzan tên xebitandin ciwanên kurd in, ciwanên Haymanayê ne. Lê dê xwedî li xak û pêşeroja xwe derkevin û mîna kulîlkên Newrozê dê ber bi pêşeroja xwe ve bimeşin. Ji bo vê jî tekane alternatîf em in.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî diyar kir ku Newroz sembola berxwedan û azadiyê ye. Kanat, ji bo namzetên bajar piştgirî xwest.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî di pîrozbahiyê de ev tişt anî ziman: “Di Newroza Amedê de daxwazên gel pir zelal bûn; gel şer û operasyonan naxwaze. Şer û pevçûn ji bilî mirinê tu tiştekî bi xwe re nayînin. Em naxwazin êdî dayikên kurdan û tirkan bigirîn. Divê aştiyeke birûmet bê vî welatî. Divê ev daxwaza me neyê astengkirin. Muxatabê aştiyê diyar e. Li Îmraliyê tecrîdek heye. Divê deriyên Îmraliyê bê vekirin û maseya çareseriyê dîsa bê danîn.”    Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û bezkirina dirûşman bi dawî bû.