Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin 2024-03-22 16:05:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeye heta Lubnanê li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re aştî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate pîrozkirin. Li Kobanê Newroz li Gire Miştenûrê yê di şerê li dijî Kobanê de bûbû qonaxeke girîng, hate pîrozkirin. Wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane li qada Newrozê hatin daliqandin. Tevî Kobaniyan ji bajarên derdor jî gelek kes tev li pîrozbahiyan bûn. Dayikên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane girê Newrozê vêxistin û pîrozbahî dan destpêkirin. Pîrozbahî bi axaftinan û stranên komên muzîkê dom kir.    HELEB   Gelên di taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de dijîn ji bo pîrozbahiyên Newrozê berê xwe dan qada Şiqeyfê. Tevî helbestvan Ferhad Merdê, gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li pîrozbahiyan bûn. Agirê Newerozê hate vêxistin û di qadê de dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” olan da. Endamê Meclîsa Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo, endama Rêveberiya Ofîsa Ragihandinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Fatme El Hesîno axaftinekê kirin.    LUBNAN    Li Lubnanê hezaran kes tev li Newroza ku Komeleya Çandê ya Newrozê li dar xistiye bûn. Pîrozbahî li qada Multeqa El Nehrên a Damurê hatin lidarxistin û gelek welatî tev li pîrozbahiyan bûn. Bername bi vêxistina agir destpêkir û axaftinan berdewam kir.    Serokê Komeleya Newrozê yê Lubnanê Cemal Hesen axaftinek kir û wiha got: “Em bi hev re dijîn û hewl didin li dijî dagirgekeran ji xwe re rêveberiyekê û statuyekê ava bikin. Em hêvî dikin ku Rêber Apo wek fizîkî were cem me.”    Seroka Komeleya Jinan a Jînê Buşra Alî wiha axivî: “Newroz berxwedanek e. Remza başî û serkeftinê ye.”    Pîrozbahî bi gerandina govendan dom kir.