Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê 2024-03-22 16:49:43 ŞIRNEX - Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji bo piştgiriya namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê hate bajêr, wiha got: “Heke li Kurdistanê dengê me bi awayekî xurt dernekeve dê dewlet zext û zordariya xwe zêde bike. Ji ber vê yekê divê em bi dengekî zêde di vê hilbijartinê de serbikevin.”   Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Turk, ji bo piştgiriya namzetên hevşaredariyê yên Şirnexê yên partiya xwe, hate bajêr.    Turk ê hate buroya hilbijartinê ya li Sûka Nû, ji aliyê namzetên hevşaredariyê Bêrîvan Kûtlû û Tûran Saltan, parlamentera DEM Partiyê ya bajêr Newroz Ûysal Aslan û partiyiyan ve hate pêşwazîkirin.    ‘GELÊ ŞIRNEXÊ LI DIJÎ SIYASETA QIRÊJ A DEWLETÊ ÇOK NEDANÎ’    Turk ê li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Gelê kurd heta niha ji bo azadiyê gelek bedelên giran dan. Zext û zordariya dewletê çiqas zêde bibe bila bibe, gelê me tu caran serî netewand. Ji bo pêşeroja gelê kurd, gelê me her tim amade ye. Em Şirnexê baş dizanin, gelekî welatparêz e. Ji bo pêşeroja gelê kurd gelek bedelên giran hatin dayîn. Ez di dema komkujiya sala 1992’yan de li Şirnexê pêk hat jî li vir bûm. Ji wê roja heta niha gelê Şirnexê dîsa xwe komî ser hev kir. Dewletê bi siyaseteke qirêj li ser gelê Şirnexê siyaseteke qirêj bi rê ve bir. Xwestin ku bi leşker û polîsan vîna gelê me biguherînin. Divê gelê Şirnexê li dijî vê siyaseta qirêj bisekine.”   ‘ÇAVÊ GIRTÎGEHAN LI ŞIRNEXÊ YE’    Turk, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din ên kurd ku li girtîgehê dîl tên girtin bi bîr xist û ev tişt got: “Bi hezaran hevalên me ji ber fikir û ramanên xwe di girtîgehê de ne. Ji bo ku ev hevalên me xwedî li gelê kurd û siyaseta wî derketin îro di girtîgehê de ne. Ji bo ku xwedî li pêşeroja gelan derketin hatin girtin. Birêz Ocalan 3 sal in di bin tecrîdê de ye. Çavê herkesê di vê hilbijartinê de ye. Mereq dikin ku ka gelê me dê xwedî li nasname, ziman û pêşeroja xwe derkeve an na. Ji ber vê yekê jî divê em jî layiqî wan bin.”   ‘BÊYÎ KURDAN SIYASET BI RÊ NAÇE’    Turk, destnîşan kir ku divê li Kurdistanê destûrê nedin tu siyasetên qirêj û wiha domand: “Divê em vê baş bizanin ku heke li Kurdistanê dengê me bi awayekî xurt dernekeve dê dewlet zext û zordariya xwe zêde bike. Ji ber vê yekê divê em vê hilbijartinê bi rêjeyeke deng a zêde qezenc bikin. Divê em li Kurdistanê nasnameya xwe bi destê xwe diyar bikin. Wê demê dewleta ku niha siyaseta qirêj dimeşîne jî dê neçar bimîne ku vê siyasetê biguherîne. Bi siyaseta bêyî kurdan desthilat nikare bimeşe û demokrasî nayê avakirin.    Turk û kesên pê re pişt re serdana dikandaran kir. Welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî DEM Partiyiyên ku di bin barîna baranê de serdana esnafan kir, dan. Di dema serdanê de her tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Oy namûs in namûs nayê firotin” , “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Tê payîn ku Turk dê tev li xwarina fitarê ya êvarî partiya wî bide bibe.