Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin 2024-03-22 19:45:55   ÎZMÎR -3 endamên ESP û endameke OGK'ê yên di 19'ê Adarê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û xebatên hilbijartinê hatin girtin.   Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ebru Yîgît, endamên PM’ê yên ESP’ê Bîrkan Polat û Hîdîr Alî Kiliç û endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Sînem Çelebî di sibeha 19’ê Adarê de hatibûn binçavkirin. Di lêpirsîna polîsan de ji 4 kesan beşdarbûna 8'ê Adarê û daxuyaniyên din ên çapemeniyê de hatin pirsîn û ji ber xebatên hilbijartinê yên giştî û xwecihî de cih girtine hatin sûcdarkirin. Îfadeyên şahidên nepenî jî ji wan hatin pirsîn.   4 kesên ku dozgerî bêyî îfadeya wan bigire bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin.