Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma 2024-03-22 20:36:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên DEM Partiyê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê û bernameya xwe ya şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz ji raya giştî re vedibêjin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Di xebatan de feraseta şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz bi gel re tê parvekirin.   WAN   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê li Wan û navçeyên wê lezand. Bi pêşengiya namzetên hevşaredarên Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harûn Okay, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Gulşen Kurt û parlamenter Sînan Çîftyûrek li navçeyên Rêya Armûşe, Westan û Erdîşê esnaf, gund, tax û malbat ziyaret kirin. Şedal û kesên pê re ku li taxa Rêya Armuşe esnaf ziyaret kirin ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Zeydan û ekîba xwe li Westanê çûn serdana tax û malbatan, pêy re saziyên sivîl jî ziyaret kirin.   QERS   Rêxistina parêzgeha Qersê ya DEM Partî xebatên xwe yên hilbijartinê li navend û navçeyan bê navber didomîne. Endamên partiyê ku bi mal bi mal xebatên hilbijartinê dimeşînin, serdana navçeyên derve jî dikin.   SÊLIM   Rêxistina navçeya Sêlim a DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundê Laloglu kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê û namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê Ozturk Turkdogan ku di şandeyê de cih girt, li pirsgirêkên gundiyan guhdarî kir û bal kişand ser feraseta wekhev, azadîxwaz û beşdarvan. Piştre li navçeya Qamûşan beşdarî xebatên hilbijartinê bûn.   MÛŞ   Rêxistina DEM Partî ya Mûşê bang li gel kir ku ji bo pîrozbahiya Newrozê li Qada Îstasyona Trenê bê lidarxistin. Endamên partiyê bi boneya 75'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li kolan û taxan belavok belav kirin û gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê. Endamên partiyê ku bi tevlîbûna gel a bi coş hatin pêşwazîkirin, xebatên xwe yên hilbijartinê bi motîvasyoneke mezin didomînin.   Namzeta hevşaredariyê Tuba Sayilgan bang li jin, zarok û ciwanan kir ku beşdarî bernameya Newrozê bibin.