DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin 2024-03-22 20:50:43   NAVENDA NÛÇEYAN -DAIŞ’ê li bejahiya Reqayê ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de êrişî welatiyan kir. Hat ragihandin 2 kes hatine kuştin, kesek birîndar bûye û 5 kes jî hatine revandin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand DAIŞ’ê duh li bejahiya Huma ya rojhilatê Reqayê yê di bin kontrola hikûmeta Şamê de êrişî gundiyên kivark berhev dikirin kirin.   SOHR’ê diyar kir ku di encama êrişê de 2 gundî hatine kuştin û yek birîndar bûye û 5 kes jî hatine revandin.   Hat zanîn ku ji gundiyên hatine revandin 2 kes hatine berdan û aqbûbeta 3 gundiyan jî nayê zanîn.