ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN 2024-03-23 09:00:09     * Girtiyê nexweş Omer Yaman ê 80 salî ku nikare pêdiviyên xwe dabîn bike, rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Keça wî xwest ku bavê wê bê berdan û got: "Ez salê carekê tenê bavê xwe dibînim, rewşa wî nebaş e, divê bê berdan."    * Şêniyên Şirnexê bertek nîşanî danezana dawî ya di navbera Tirkiye-Iraqê û hevkariya Tirkiye-PDK'ê dan û gotin: "Çi karê dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê heye?"    * Der barê 4 girtiyan de ji ber nûçeyên der barê çalakiyên wan de bi "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin.    * 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê ve hat erêkirin.   * Hemû rêyên Agiriyê yên ku AKP'ê digotin "Em ê wê bikin Parîsa Rojhilatê" bûn kort û kocal. Namzetên DEM Partiyê bertek nîşanî rewşa rêyên ku veguherine deryaya heriyê û got: "Em ê bajareke ku mirov karibe lê bijî."    * DEM Partî, li navçeya Norşînê yku 2 serdeman di bin rêveberiya qeyûm de ye, armanc dike ku vê carê reqorê bişkîne. Namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku armanca wan ew e ku hemû pirsgirêkên navçeyê bi taybet pirsgirêkên av û binesaziyê çareser bikin.   * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê li Taxa Yeşîlyurt a Mûşê tev li hevdîtina bi gel re ya li pêşiya buroya hilbijartinê bibe. (10.00)   * Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê dê li gel rêxistinên civaka sivîl ên di qada zarokan de dixebitin, li navçeya Sûr a Amedê “Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan” eşkere bike. (10.30) ZINDÎ   * Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê dê li Stadyuma 11 Nîsanê bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê tev li bibe. (11.00-14.00) ZINDÎ   * Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)    * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe di hefteya 991’an de li Qada Galatasarayê bidomînin. (12.00)   * Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li Amed û Êlihê bidomin. (12.00)   * Li Enqere û Stenbolê dê têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyan daxuyanî bê dayîn. (13.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê bidome. (16.00-19.30)