Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan 2024-03-23 09:06:01   ŞIRNEX-Girtiyê nexweş Omer Yaman ê 80 salî ku nikare pêdiviyên xwe dabîn bike, rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Keça wî xwest ku bavê wê bê berdan û got: "Ez salê carekê tenê bavê xwe dibînim, rewşa wî nebaş e, divê bê berdan."    Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tecrîda li ser girtiyan her diçe girantir dibe. Li gel girankirina tecrîdê zext, êriş û gef jî her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyên siyasî yên ku li dijî her rêbazeke dijmirovahiyê radibin, tevî hemû şert û mercên giran jî têdikoşin. Ji ber polîtîkayên dewletê yên li ser girtîgehan heta niha gelek girtiyên nexweş ji ber ku nehatine tedawîkirin jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe dest dane. Niha di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Yek ji van jî Omer Yaman ê 80 salî ye.    Yaman, di sala 1998'an de li navçeya Qileban a Şirnexê hat binçavkirin û piştre jî bi îddaya "endamtiya rêxistinê" û "xerakirina yekîtiya dewletê" hat girtin û 36 sal cezayê muebbedê lê hat birîn. Yaman ku heta niha di gelek girtîgehan de maye, niha di Girtîgeha Tîpa T a Tokatê de tê girtin.Bi Yaman re nexweşiyên şekir, tansiyon û fitiqê hene. Ji ber dûrbûna rêyê malbata wî salê carekê diçe hevdîtina wî. Keça wî Nadire Yamanê der barê rewşa bavê xwe de axivî.    SALÊ CAREKÊ DIÇIN SERDANÊ   Yamanê diyar kir ku bavê wê di 25 salên girtîgehê de li gelek girtîgehên Tirkiyeyê geriyaye û got ku rewşa wî her diçe giran dibe û wiha axivî: "Bavê min ev 25 sal in di girtîgehê de ye. Di van 25 salan de, hemû girtîgehên Tirkiyeyê de maye. Bavê min kale û nikare di şert û mercên girtîgehê de bije.Nexweşiyên wî yên weke şeker, tansiyon fitiq hene. Her wiha carekî jî emeliyat bûye. Ji ber ku dûre zêde çûyin û hatina me jî nine. Salê carekî yan jî du caran ez diçim serdana wî. Ji ber ku her carê sewqî girtîgehekî tê kirin û cihê ku niha lê dimîne dûre. Daxwaziya me ew e ku ew û hevalên wî yên nexweş bên berdan. Di van 25 salan de bi dehan girtîgehan de ma. Hema bibêje hemû girtîgehên Tirkiyeyê de maye. Hem emrê wî mezine û hem jî ji ber ku nexweşe nikare her xwarinekî bixwe. Xwarina ku dixwe jî divê ku taybet be. Heke ku mirovek hem nexweşiya şeker, hem tansîyon û hem jî emeliyatkirî be divê ku xwarina ku didinê jî taybet be. Ji ber wê ji derve xwarinê jê re dixwazin."    PÊDIVIYÊN XWE NIKARE PÊK BÎNE   Yamanê da zanîn ku ji ber dûrbûna girtîgehê ew nikarin biçin serdana bavê xwe û xwest ku bavê wê bê berdan. Yamanê got: "Ji ber ku nexweşe û temen mezine pêdiviyên xwe yên rojane bi riya xwe hevalên xwe pêk tîne. Miroveke ku emrê wî 80'ê be û nexweş be nikare di girtîgehê de bimîne. Ji ber wê daxwaza min ew e ku bavê min bê berdan. Em her carê jî nikarin biçin serdana wî ji ber wê rewşa wî ya tendûristiyê niha di kîjan astê de ye û çawa ye nizanin. Bavê min îro bê berdan jî nêçare ku tedawiyê bibîne. Ji ber wê divê ku bavê min demildest bê berdan û ew jî weke her miroveke mafê xwe yê tendûristiyê bikar bîne."   MA / Zeynep Durgut