Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê 2024-03-23 09:11:27   ŞIRNEX-Şêniyên Şirnexê bertek nîşanî danezana dawî ya di navbera Tirkiye-Iraqê û hevkariya Tirkiye-PDK'ê dan û gotin: "Çi karê dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê heye?"    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê ku di 17'ê nîsana 2022'yan de hatibûn destpêkirin hê didomin. Tirkiyeya ku dixwaze van herêman dagir bike heta niha serî li her rêbazê êrişan daye. Lê belê heta niha pêşketineke berbiçav bi dest nexistiye. Tirkiye niha jî dixwaze hin welatên din tevli şerê li dijî herêmê bike û wekî "şereke rewa" bide meşandin. Herî dawî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Yaşar Guler û Mistaşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji bo hevdîtina bi rayedarên Iraqê re çûn Bexdayê. Piştî hevdîtinan danezaneke hevpar hat weşandin û ragihandin ku ew ê ji bo ewlehiya Iraqê hin tedbîran bistînin.    Şirnexiyan bertek nîşanî hevkariya PDK û Iraqê ya bi Tirkiyeyê re dan.    'ÇI KARÊ TIRKIYEYÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE?'   Ji welatiyan Elif Ustekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma Başûrê Kurdistanê da û wiha axivî: "Çi karê dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê heye? Ew der cihê me kurda ye. Bila ji wir derkeve çi karê wê li wir nîn e. Bila belaya xwe ji gelê kurd veke. Bila êdî bes Kurdistanê bindest bike, bila êdî azad bibe. Banga min ji gelê kurd hemûyê heye bila xwe bêdeng neke. Barzanî jî bûye hevalê dewleta tirk. Bila kurd hew xiyanetê xwe bikin. Bila ji xwe şerim bikin, bila destê xwe bidin hev dema serkeftinê hatiye. Demê azadiya Kurdistanê hatiye. Bila Barzanî ji şehîdên xwe şerim bikin. Bila êdî li dijî kurdan rast be. Karê me bi xayinan re nine û em ê nebin hevalê xayinan.Kengî dewleta tirk bûye hevalê me ku em dibin şirîkê wan? Bila vê hovitiyê bidin sekinandin û bibin tifaq."    'JI BO KU BIKARIBE PERE BIXWE BI GELÊ XWE RE NABE TIFAQ'   Ji welatiyan Beşdar Kulter jî anî ziman ku Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî hevkariyê bi dewleta tirk re dike û got: "Hevkariya AKP'ê û MHP'ê qirkirina gelê kurd e. Bi polîtîkayên xwe li ser çand û hûnera gelê kurd dilîzin. Dijmin dijmine. Bila gelê kurd jî destê xwe bidin hev bila bang li çar perçeyên Kurdistanê bikin tifaqiya xwe ava bikin. Em dixwazin ku yekitiya me hebe. Barzanî ji bo çi tifaqiye nake? Ji bo ku desthilatdariya wî ji dest neçe û pereyê Kurdistanê bikaribe bi rehet bixwe bi gelê xwe re nabe tifaq. Dibêje,' heke ku ez bi kurdan re tifaqiye bikim ev pereye dê ji destê min biçe' ji ber wê pişta xwe dide gelê xwe. Em biratiya gelan dixwazin, em naxwazin ku bira birayî bikuje, em dixwazin ku ev şer û pêvçûn bên sekinandin û kurd nebe şirîkê vî şerî."    'KURDISTAN YEK PERÇEYE NE ÇAR PERÇEYE'   Ebubekir Yilmaz jî got ku li ku kurdek hebe Tirkiye êrişî wir dike û bal kişand ser giringiya tifaqa kurdan û ev tişt anîn ziman: "Em zarok bûn, kurê Mela Mistefa Barzanî Îsmet Barzanî di wargeha Îranê de bû û bi guleya Sedam Huseyîn hat qetilkirin. Li mala me de radyoyek hebû û li wir ez ji qetilkirina Îsmet agahdar bûm. Piştre Lokman jî kuştin. Em wê dîrokê hemû dizanin. Em hemû wê demê Barzanî bûn. Lê piştre yê me derketin û me bi wan re ev doz da meşandin. Kurdistan yek perçeye ne çar perçeye. Wexta ku Îdrîs hat kuştin bû qêrîn û lanîna kurdan.Ez gelek giriyame. Slavên min û hûrmeta min ji mirovê welatparêz,şeref û namus re heye. Îro kurê Mela Mistefa Barzanî piştgiriyê dide tirkan. Îro bûye dijminê gelê xwe. Ev çend salin kurd di vê rewşê de ne. Em kurdin xweda em dane. Xweda ereb dane, xweda tirk dane, xweda faris dane. Ev nijad hemû xweda dane.    'BILA BARZANÎ ŞERIM BIKE'   Tahir Zeyrek jî diyar kir ku divê Barzanî destûr nede ku xaka Kurdistanê bê dagirkirin û got: "Barzanî jî xwediyê wê axê ye. Barzanî bila ji bavê xwe Mela Mistefa Barzanî şerim bike. Îro Tirkiye êriş dibe li ser Başûrê Kurdistanê ji bo me çi ferqa wê derê û vê derê tune ye. Divê ku Barzanî şerim bike ku destûrê dide dagirkirina xaka xwe. Heta ku tifaqiya me nebe em ê nekarin vî şerî bidin sekinandin.Bi kuştin û girtinê kesek xelak nabe, ev ne çareseriye. Çareserî tifaqî ye."   'SERÎ RAKIN'   Şukriye Îdinê jî banga tifaqiyê kir û got: "Çi karê dewleta tirk li Suriyê û Iraqê heye? Çi karê wî li wan deran nine ku ew biçe zarokên me bikuje. Bila bes zarokên kurdan bên qetilkirin. Bila xweşî bikeve dinyayê. Banga min ji gelê kurd heye ku bila dest bidin hev, destê xwe danin ser wijdana xwe û serî rakin."   'EM Ê HETA KENGÎ XIYANETÊ LI XWE BIKIN?'    Mehmet Kûltûr jî bang li gelê kurd kir ku xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin û ev daxwaz kir: "Barzanî xiyanetê dike. Em naxwazin ku Tirkiye biçe Iraqê. Em bawerin ku gelê kurd dê li dijî van erişan bibe tifaq.Em şer naxwazin. Weke her gelekî em jî azadî û serfiraziyê dixwazin. Ma em ê heta kengî xiyanetê li xwe bikin? Bila gelê kurd bes bitirse bila xwedî li deskeftiyên xwe derbikeve."   MA / Zeynep Durgut