Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin 2024-03-23 09:13:24   AMED - 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê ve hat erêkirin.   6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê di çarçoveya lêpirsîna di navbera 27'ê Sibat-3'yê Adara 2021'ê de ya li hemberî Komeleya Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya Alîkariya Bi Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Windakirine re (MEBYA-DER) hat kirin, li hevserokê berê yê komeleyê Şehmûs Karadag hat birîn, ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hat erêkirin.   Karadag ku di çaçroveya lêpirsînê de tevî 29 kesan dihat darizandin, bi 11 kesî re hat girtin. Ji ber serdanên goristanan, çûna şînan, daxuyaniyan û xebatên komeleyê der barê Karadag de îdianame hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê îdianameyê qebûl kir. Di dawiya darizandinê de dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Karadag birîn. Parêzerên Karadag jî ji bo xerakirina ceza serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê dan.    Daîreya Ceza ya 9'an a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê biryara Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê di cî de dît.    Parêzerên Karadag wê serî li dadgeha Bilind bidin.