Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin 2024-03-23 09:33:26   AMED - Der barê 4 girtiyan de ji ber nûçeyên der barê çalakiyên wan de bi "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin.    Ji ber nerazîbûnên li dijî binpêkirinên mafan û faksên der barê van binpêkirinan de yên ji saziyên fermî û sivîl re hatine şandin ûnûçeyên der barê van binpêkirinan de yên di navbera 2012-2019’an de, der barê 4 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T a Samsûn Bafrayê de, doz hat vekirin.   Der barê girtiyên bi navê Serbest Suleyman, Ercan Yakût, Lezhat Degîrmencî û Mehmet Yildirim de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Samsûnê ve lêpirsîn hat destpêkirin.   Hê lêpirsîn berdewam dikir, înfaza Lezhat Degirmenci û Mehmet Yildirim temam bû û hatin berdan, lê dozgeriyê der barê her 4 kesan de bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" îdianame amade kir.   Piraniya îdianameyê ku ji 49 rûpelan pêk tê, li ser dîroka PKK'ê, qonaxên wê yên guherînê û pergala wê ya li girtîgehê ye. Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku girtî di çalakiyan de li girt "fermanên rêxistinê" hereket kirine.    Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan Samsunê ve hat qebûlkirin û tê de ji 7 salan heya 15 salan tê xwestin ceza li her çar kesan bê birîn.