TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn 2024-03-23 09:47:46   WAN - TUGVA’yê li Wanê fitare da nûnerên bajar û malbatên wan. Hat zanîn ku TUGVA’yê di çarçoveya protokola bi şaredariyê daye îmzekirin, hem heqê fitareyê hem jî mesrefên hatin û çûna beşdaran bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da dayîn.    Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) ku ji hêla kurê serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan ve hatiye avakirin, di çarçoveya protokola bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, fitareyan dide. Heqê fitarayê û lêçûnên hatin û çûnan jî di çarçoveya protokolê de rêveberiya qeyûm dide. Ji ber protokola behsa xeberê, hemû lêçûnên TUGVA’yê şaredarî dide.    TUGVA’yê di 17’ê adarê de li Hotêla Uygulama ya Evliya Çelebiyê fitare da û di 14’ê adarê de ji şaredariyê re nivîsek şand ku hemû mesrefên wê bide. Li ser vê yekê rêveberiya qeyûm biryar da ku mesrefên veguhestina malbatan, xwarinê û hemû lêçûnên din ji hêla şaredariyê ve bên pêşwazîkirin. Nayê zanîn bê ka çiqas mesref hatiye kirin lê Cîgirê Serokê Giştî yê TUGVA’yê Selîm Ozaltûn, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ozan Balci, Serokê AKP’ê yê Bajar Emre Guray, Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Burhan Kayaturk û namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdulahat Arvas jî tev li xwarina fitareyê bûn. Her wiha malbatên 13 nûnerên TUGVA’yê jî tev li bûn.    JI BO 5 SALAN PROTOKOL HATIYE ÎMZEKIRIN   Rêveberiya qeyûm di 8’ê tebaxa 2023’yan de bi biryara meclisa tayînkirî bi TUGVA’yê re ji bo 5 salan protokol îmze kiribû û hatibû qebûlkirin ku tevahiya daxwazên TUGVA’yê ji hêla şaredariyê ve bên pêşwazîkirin.