DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye 2024-03-23 09:48:39 BEDLÎS - DEM Partî, li navçeya Norşînê yku 2 serdeman di bin rêveberiya qeyûm de ye, armanc dike ku vê carê reqorê bişkîne. Namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku armanca wan ew e ku hemû pirsgirêkên navçeyê bi taybet pirsgirêkên av û binesaziyê çareser bikin.   Navçeya Norşîn a Bedlîsê yek ji wan navendan e ku bi kaniyên xwe yên termal, Çiyayê Nemrûdê û Gola Kraterê balê dikişîne. Nifûsa navçeyê li dora 50 hezarî ye. 30 hezar jê li navenda navçeyê dijî. Bi nêzîkbûna Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê re rojeva hilbijartinê li vir jî germ bûye. Piraniya welatiyan ji ber tayînkirina qeyûman nerazî ne. Yekem car di 18’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Di 23'yê Adara 2020'an de, ji bo cara duyemîn qeyûm hat tayînkirin. Di vê serdemê de qeyûm bi gendelî, texrîbkirina cihên dîrokî, firotina mal û milkên şaredariyê tim di rojevê de man. Her wiha pirsgirêkên bingehîn ên bajêr jî nehatine çareserkirin. Li navçeyê hê pirsgirêka avê heye. Her wiha wekî li gelek cihan bikaranîna tiryakê di nava ciwanan de roj bi roj zêde dibe.   Li navçeyê gelek partî bi namzetên xwe amadekariya hilbijartinên herêmî dikin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Komarê ya Gel (CHP), ÎYÎ Partî, AKP, Partiya Refahê (YRP), Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Saadetê (SP) û Partiya Vatanê namzet nîşandane.    Diyar e ku DEM Partî wê bi rêjeyeke zêde bi ser bikeve. Namzetên DEM Partiyê ji bo ku bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin, derî bi der digerin. Namzetên Hevşaredariyê Ulfiye Ozcan û Mehmet Şîrîn Uncu têkildarî hilbijartinên herêmî û armancên xwe de axivîn.   PIRSGIRÊKÊN LI BENDA NAMZETAN   Ozcanê anî ziman ku di heyama qeyûm de tu xizmet ji gel re nehatiye kirin û wiha got: "Du serdeman qeyûm tayînî wê hatiye kirin. Qeyûm tenê ji bo firotina mal û milkên şaredariyê xizmet kir. Bi her serdanê re ez hîs dikim ku bê barê me çi qas giran e. Herî dawî 2 gundên din jî bi navçeyê ve hatin girêdan, xizmetguzarî ji van deran re nayê kirin. Ji pirsgirêkên binesaziyê heta pirsgirêkên îmarê gelek pirsgirêk hene."   Ozcanê got: "Qadên ku ewilî qeyûm dest danîn ser wan destkeftiyên jinan bûn. Îcreata wan a yekem girtina navendên jinan bû. Ji ber ku dewlet ji azadiya jinê ditirse. Ji ber vê yekê pêşî qadên têkoşînê yên jinan digire."    Ozcanê anî ziman ku ew ê deverên ku qeyûman ew hedef girtine car din çalak bikin.    PIRSGRÊKA AVÊ   Namzetê din ê hevşaredariyê Uncu jî diyar kir ku li tevahiya navçeyê pirsgirêka avê heye û ji ber boriyên avê yên kevin pirsgirêkên tenduristiyê hene. Uncu destnîşan kir ku ew ê vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha got: "Gelek çavkaniyên avê yên me hene. Ger em wan bi kar bînin û xebatên cidî bimeşînin, em karibin bi rehetî avê bigihînin hemû gelê xwe. Li gelek taxa kêmasiyên binesaziyê hene. Em ê li ser van bixebitin. Di warê îmarê de zirareke cidî heye. Divê em vê yekê çareser bikin."   Uncû diyar kir ku di xebatên çand û hunerê de kêmasî hene û got: "Cihên me yên ku ciwanên me karibin xwe bi awayekî civakî-çandî îfade bikin tune ne. Em difikirin ku ji bo ciwanên xwe meclisên jinan û meclisên civakî-çandî ava bikin."   Uncu got: "Em bi biryar in, em mafdar in. Îro partiyên din nikarin bêjin 'Min ev kir, ji ber vê ez doza dengê we dikim.' Partiyên din jî bi sozên karmend û qirêj diçin cem gel. Xelk bi vê yekê dizane û baweriya xwe bi me tîne. Dizanin DEM Partî wê xizmeta gel bike."    Uncu wiha dewam kir: "Gelê Norşînê wekî her carê wê dîsa vîna xwe biparêze. Hilbijêrên me yên li derve jî wê bên dengê xwe bidin. Ev ne meseleya berjewendiyê ye, ev doza vî gelî ye."    MA / Omer Îbrahîmoglû