AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane 2024-03-23 09:50:27   AGIRÎ - Hemû rêyên Agiriyê yên ku AKP'ê digotin "Em ê wê bikin Parîsa Rojhilatê" bûn kort û kocal. Namzetên DEM Partiyê bertek nîşanî rewşa rêyên ku veguherine deryaya heriyê û got: "Em ê bajareke ku mirov karibe lê bijî."    AKP ya ku bi çêkirina rêyên dûble pesnê xwe dide, li Agirî rê di nava heriyê de ne. Şaredariya AKP'î rêyên ku bûne kort û koncal, sererast nake. Her cara ku baran dibare, rê vediguherin deryaya heriyê. Ji ber vê mirov nikarin bimeşin û wesayît di nava heriyê de dimînin. Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hazal Aras û Mehmet Akkûş, kirinên AKP'ê îfşa dikin.    AKKÛŞ: AGIRIYÊ VEGUHERANDINE GUNDEKÎ MEZIN   Em ligel namzetên hevşaredariyê li Taxa Kazim Karabekirê li rêyên bûne kort û kocal geriyan û me li ser çareserkirina pirgsirêkên welatiyan gengeşe kir. Namzetê Hevşaredaritê Mehmet Akkûş got: "Desthilata AKP'ê heta niha tiştek ji bo vî bajarî nekiriye. Di dema desthilatdariya AKP'ê de rêyên bajêr ketine vî halî. Şaredarên AKP'î yên ku vî bajarî bi rê ve dibin, ji xeynî berjewendî û menfeetên xwe tiştek ji vî bajarî re nekirin. 31’ê Adarê dema pirsîna hesabê van rêyan e. Agirî ji aliyê AKP’ê ve bûye gundekî mezin. Ger em bên hilbijartin çi ji destê me bê em ê bi vî gelî re bikin. Li vir em soza xwe ya bi gelê Agiriyê re dubare dikin. Em ê derfetên vî bajarî ji bo vî gelî bi kar bînin."   Namzeta Hevşaredariyê Hazal Arasê diyar kir ku rêyên navendî veguherîne kort û kocalan û got: "Agirî ji roja ku me dest bi xebatên hilbijartinê kiriye bûye qada afetê. Em xwe wekî 'tîma AFAD'ê' pênase dikin. Em bi hev re li kolanan geriyan û me rewşê dît. Rêyên taxan bûne kort û her der di nava çopê de maye. Heman rewş li gelek kuçeyan û arteran jî wisa ye. Namzetê AKP'ê dibêje ku DEM Partî nikare bike. Xebatên şaredariyê û heta mûçeyên xebatkarên şaredariyê jî nadin. AKP'ê di hilbijartina 2019'an a gotibû ew ê Agiriyê bikin Parîsa rojhilatê. Stêrka birqok, rêyên li bajêr û çopên li bajêr in."   'BAJAREKÎ KU HER KES KARIBE LÊ BIJÎ'   Arasê da zanîn ku ger bên hilbijartin dê bajêr ji nû ve ava bikin û got: "Ji roja ku me dest bi karê xwe kiriye û vir ve me gotiye; Agirî herêmeke afetê ye û em wekî ekîba AFAD'ê tên. Em ê xebatên binesaziyê bi rê ve bibin, rêyên bajêr çêkin û bajêr ji çopê rizgar bikin. Ango em ê bajêr bikin bajarekî ku mirov karibe lê bijî. Gelê Agiriyê bi giştî ji AKP'ê ne razî ye û baweriya wan bi partiya sîstemê bi namzetên wan nemaye. Nebaweriyeke heye, ev baş tê dîtin. Gelekî ku li serê zinêr xwe bi şaxê darê girtiye heye. Lê em bûn ku ev gel xwe li me bigire. Lê ev şax şxeke zexm e. Wê her kes vê yekê ji 1'ê Nîsanê ve bibîne."   MA / Hakan Yalçin