Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin 2024-03-23 10:17:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ev 13 roj in di hucreyê de tê ragirtin û avê nadin wî. Tuzun, da zanîn ku midûrê girtîgehê gefan li wî dixwe.    Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in di girtîgehê de ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate kirin û sepanên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna nava dev” lê hatin ferzkirin. Tuzun ê ev pêkanîn qebûl nekiribû, ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin û xistin hucreya yekkesî. Li gorî nûçeya Rojnameya Xwebûnê; Tuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran ev 13 roj in di hucreyê de tê ragirtin û avê nadin wî. Tuzun ê di lîsteya “girtiyên nexweş” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rewşa xwe bi malbata xwe re parve kir.    Tuzun ku nexweşiyên weke fitiqa stû û piştê, şekirê, hilberîna tumora mîde û ruviyan hene bi rêya malbatê neheqiyên lê tê kirin vegot.    13 ROJ IN AVÊ NADIN TUZUN   Tuzun, anî ziman ku ji ber pîvanên wan qebûl nekirine lêgerîn li ser wî hatiye ferzkirin û hatiye derbkirin. Tuzun, bi domdarî ev agahî parve kir: “Ev 13 roj in ez xistime hucreya yekkesî. Rojê 23 saetan di hucreyê de me û tenê saetekê min derdixin hewşê. Min 24 saetan dişopînin. Her saetê carekê tên min kontrol dikin. Avê nadin min. Ava vexwarinê ez ji kantînê dikirim. Midûrê girtîgehê gefa; ‘Ev noqteya te ya dawî ye. Ji vir û wêde cihê tu lê biçî tune ye’ li min xwar. Bi ser odeyê de digirin. Cilên min tevan belav dikin. Tundiyê dikin.”   Tuzun banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest ku her kes li dijî vê bihestiyar tevbigere.