Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir 2024-03-23 11:15:17 RIHA  - Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê bi tevlibûna deh hezaran kesan bi coşeke mezin dest pê kir.    Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serekftinê ye” li Stadyuma 11 Nîsanê tê lidarxistin, bi tevlibûna bi hezaran kesan dest pê kir. Pîrozbahî dê saet di 11’an de bihata destpêkirin lê hêj saetên zû yên serê sibehê ve bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê. Welatî bi cil û bergên kurdî, bi flamayên bi kesk, sor û zer û tevî zarokên xwe berê xwe dan qada Newrozê.    Girse, heta demekî li ber noqteyên lêgerînê yên ketina qadê sekinîn. Li vir stran gotin û govend gerandin. Ji saet 11.00’an ve jî bi coşeke mezin û bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî", "Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” ketin qadê.  Li platforma qada Newrozê pankartên “Rabe! dema azadî û serkeftinê ye” ve “Newroz Pîroz be” hatin daliqandin.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, xwişka yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek jî tev li pîrozbahiyê bûn.     Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.     BERNAME    Bernameya pîrzbahiyê dê bi axaftinên Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Ahmet Taş, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî, Hevserokên DBP'ê yên Rihayê Sîbel Sûtpak û Halîl Yaşarer û li ser navê TJA'yê Saliha Ayata bidome. Piştre jî dê Koma JinMa derkeve ser dikê. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Rihayê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî dê di pîrozbahiyê de biaxivin.