Li navçeyên Amedê berf dibare 2024-03-23 12:33:37   AMED – Li navçeyên Amedê berf bariya. Wesayîtên ku lastîkên wan ên berfê tune bûn, di rêyan de asê man.    Li navçeyên Pîran û Pasûrê yên Amedê berf bariya. Ajokarên ku li dijî berfa zêde tevdîrên xwe negirtibûn, di rêyan de asê man.    Barîna berfê ya li navçeyan hêj jî didome.