Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê 2024-03-23 12:34:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên TEV-ÇAND’ê ji bo piştevaniya bi DEM Partiyê re stranek amade kirin.    Hunermedên Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ji bo piştevaniya bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) stranek amade kirin.    Kolektîfa TEV-ÇAND’ê ya Ewropayê strana bi navê “Dema DEM’ê ye” amade kir.    Klîb, bi tevlibûna gelek hunermendan hatiye amadekirin û balê dikişîne ser hilbijartinên 31’ê Adarê û banga “Dema DEM Partiyê ye” dike.