Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin 2024-03-23 13:47:22   ÇEWLIG - Rêbeja di navbera Amed-Çewligê de ji ber barîna berfa zêde hate girtin.    Ji serê sibehê ve li gundên navçeyên Amedê û Çewligê bênavber berf dibare. Ji ber barîna berfa zêde ya li devera Tabantepeyê rêbeja di navbera Amed – Çewligê de hate girtin. Ji ber ku wesayîtên paqijkirina rê tune ne, bi dehan TIR û wesayît li devera Tabantepeyê asê man.    Berfa li herêmê hêj jî dibare.