HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye 2024-03-23 13:55:36   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Baxozê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da û got ku gefa DAIŞ’ê didome û hewceyî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye.    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi boneya 5’emîn salvegera rizgarkirina herêma Baxozê di 23’yê adara 2019’an de ji DAIŞ’ê, daxuyaniyek weşand.    Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HSD’ê hat weşandin de, kesên di hemleya Baxozê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anî û wiha got: “Şehîdên me bi xwîna xwe rê li ber serkeftina Baxozê vekir. Di vê hemleyê de destanên lehengiyê nivîsandin.”    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qonaxa têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de sekna gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî girîngiyeke mezin bû û di têkçûna DAIŞ’ê de xwedî rol bûn.   Di berdewama daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku hêzên HSD’ê li dijî rêxistina çeteyan a herî hov ku mirovahiyê jê re şahidî kiriye, berxwedaneke dîrokî daye meşandin û wiha domand: “Cîhanê şahidiya vê yekê kir. Baweriya şervanên me bi doza ku ji bo wê têdikoşîn dikin hebû; xwediyên wê hêza moralê bûn ku dê karibin efsaneya derewîn têk bibin û hewayê ku çeteyan bi şêwazên kuştina qurbaniyan ava kiribû, ji holê rakin.”   ‘SIVÎL WEKE MERTAL HATIN BIKARANÎN’   Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku DAIŞ’ê derbên giran ji hêzên HSD’ê xwarin, kontrola wê ya erdnîgarî kêm bû, lewma li Baxozê sivîl wekî mertal bikar anîn û li hemberî pêkanînên DAIŞ’ê têkoşîna HSD’ê hat birbîrxistin. HSD’ê wiha domand: “DAIŞ’ê çeteyên herî herî hov li bajaroka Baxozê kom kirin. Dema fêm kirin ku dawiya wan tê, sivîlên ku revandine weke mertalên zindî bikar anîn. Lê hêzên me bi pisporî û pîvanên mirovî nêzî sivîlan bû. Gelek caran navber dan operasyonê û korîdorên mirovî vekirin da ku sivîl ji destê rêxistina terorîst birevin. Sivîl li gorî yasa û pîvanên mirovî ber bi herêmên bi ewle ve hatin kişandin. Her wiha me endamên rêxistinê yên ku xwe radest kirin jî veguhestin cihên taybet ên binçavkirinê.”   ‘SERKEFTINÊ DAWÎ LI DAIŞ’Ê ANÎ’   Girîngiya serkeftina li Baxozê di daxuyaniyê de bi gotinên wekî, “Hêzên me karîbûn bi milyonan sivîlan ji destê terorîstan rizgar bikin, hemû cîhanê ji xirabiyên wê rizgar bikin” hat vegotin û hat destnîşankirin ku bi vê operasyonê dawî li rêxistina DAIŞ’ê ku li piraniya Sûriye û Iraq belav bibûn û ji gelek welatan jî bibûn metirsî, hatiye anîn.   ‘METIRSÎ DIDOME’   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku rêxistina DAIŞ’ê hîn jî ji bo herêmê û cîhanê metirsiyeke mezin e û hat gotin: “Çete hewl didin bi rêya şanên xwe yên veşartî xwe ji nû ve rêxistin bikin û xewnên xwe yên vegerandina kontrola erdnîgarî pêk bînin. Êrîşên bombeyî û kuştina kesayetên sivîl ên ku di saziyên xizmetguzarî û îdarî de kar dikin, hedefgirtina pêşengên eşîran ên bi wan re li hev nakin hîn jî berdewam in.”   GAVÊN LI DIJÎ METIRSIYA DAIŞ’Ê   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku operasyonên HSD’ê yên leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ’ê didomin lê heta ku çavkaniya bîrdozî ya DAIŞ’ê neyê zuwakirin, li herêmê û cîhanê serkeftinek tê xwestin nayê bidestxistin û ev gavên ku divê werin avêtin wiha hatin rêzkirin: “Li tevahiya cîhanê pêwîstî bi hevkariyeke bi bandor a welatan ji bo hêzên me heye. Beşdariya hêzên hevpeymaniya navnetewî ji bo şerê li dijî terorê û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst a ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî rêxistinê girîng e. Her wiha ji bo ji nû ve avakirina herêmê ku terorê di salên borî de hilweşînek mezin çêkiribû, hevkarî pêwîst dike. Lewma ji bo avakirina dezgehên giştî pêwîstî bi beşdariyeke berfireh a navnetewî heye. Dîsa ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên rêxistina terorîst û vegerandina wan a ji bo welatên wan hevkarî girîng e. Damezrandina dadgeheke navneteweyî ya li herêmên me ku dê çavdêriya dadgehkirina wan li gorî yasayên navnetewî bike pêwîst e. Her wiha çareserkirina dosyaya malbatên rêxistinê yên li kampa Holê karekî sereke ye ku nayê paşguhkirin. Tevî ku hêzên me hewl didin çavkaniya ku çeteyan li hundirê kampê ava kiriye zuwa bikin jî, hîn wekî bombeyekê disekine. Ev bi serê xwe cîhanê dixe metirsiyê û divê herkes pê re mijul bibe.”   ‘PÊWÎSTÎ BI HEVKARIYEKE NAVNETEWEYÎ HEYE’   Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta tirk piştgiriya çeteyan dike û hin êrişên DAIŞ’ê yên herêma Dêrazorê DAIŞ’ê zindî dike û wiha hat gotin: “Em dibînin ku têkbirina rêxistina terorê pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a civaka navnetewî heye.”