Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e 2024-03-23 14:36:28 RIHA - Newroza Rihayê bi coşeke mezin û tevlibûna bi hezaran kesan didome. Di peyamên pîrozbahiyê de hat gotin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin.    Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serekftinê ye” li Stadyuma 11 Nîsanê tê lidarxistin, bi tevlibûna bi hezaran kesan berdewam dike. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, xwişka yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek jî tev li pîrozbahiyê bûn.  Bi deh hezaran kesên ku qad tije kirin bi dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin û dengê wan li qadê olan da.    Zarokên ku tevî malbatên xwe bi cil û bergên kurdî tev li Newrozê bûn, rengekî cuda dan pîrozbahiya Newrozê. Girseyê govend gerand û coşeke mezin di Newrozê de heye.      ‘NEWROZ SEMBOLA BERXWEDANÊ YE   Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.  Piştre jî Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Ahmet Taş axivî. Taş, girsê silav kir û bi lêv kir ku Newroz ne tenê pîrozbahî ye lê di heman demê de sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Piştrê jî Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî, Hevserokên DBP'ê yên Rihayê Sîbel Sûtpak û Halîl Yaşarer li ser dikê girse silav kirin û Newroza pîroz kirin.    ‘SEDSALA NÛ DÊ BIBE SEDSALA JINÊN BERXWEDÊR’   Piştre jî li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Saliha Ayata axivî. Ayata, ji ewil girse silav kir û Newroz li gel pîroz kir. Ayata, Ayata anî ziman ku Riha bajarê qedîm ê Kurdistanê ye û wiha got: "Di serî de jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn, jin di nava têkoşîneke mezin de ne. Li vir Emîne Şenyar jî berxwedaneke mezin da. Em li vir cejna wê jî pîroz dikin. Jinên kurd li cîhanê bi bîrdoziya xwe bûn pêşeng û mînak. Ev bîrdozî wê tecrîda Îmraliyê jî bişkîne. Herî zêde Newroza jinên kurd ên di girtîgehan de pîroz be. Em ê van qeyûyman bişînin û bi pergala hevserokiyê bajarên xwe birêve bibin. Sedsala nû dê bibe sedsala jinên berxweder.”    PANKARTA ‘DÊ DAWÎ BÊHEMPA BE’ HAT VEKIRIN   Piştî axaftina Ayatayê, stranbêj Emrah Yazar derket ser dikê. Girseyê li ber stranên Yazar xelekên govendê gerandin û coşa Newrozê derket lûtkeyê. Ciwanên ku derketin ser stûnan, pankartên “Çi dibe bila bibe dê dawî bêhempa be” û “Heke azadî hesan bûya Zekiyeyê xwe nedişewitand” vekirin.    ‘MUXATABÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’   Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Newroz li heps û zindanan pîroz be. Newroza rêzdar Ocalan pîroz be, pîroz be. Gelê Rihayê li vir e. Di rêya rast de dimeşin. Ruhê Seyîd Riza, Şêx Seîd û Qazî Mihemed şad be. Li çar aliyên Kurdistanê şer heye. Rêya Îmraliyê vekin bila rêzdar Ocalan biaxive û çareserî pêk were. Gel dixwazê rêya aştiyê veke. Ev gel birçiyê aştiyê ye. Em dixwazin li ser axa Kurdistanê bi awayekî azad û biratî bijîn. Ji bo wê jî muxatap li Îmraliyê ye. Muxataba birêz Ocalan e.”   NAMEYA OCALAN HAT XWENDIN   Ocalan, piştrê jî nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an şandibû xwend. Di vê navberê de girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe"  axaftina Ocalan qut kir.    ONDER Û BAYDEMÎR PEYAM ŞANDIN    Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi dimên peyamek şande û wiha got: “Ji ber pirsgrêkên tenduristiyê min nekarî tev li bibim û pîrozbahiya Newrozê bi xelkê Rihayê re pîroz bikim. Ev Newroz bila bibe Newroza dawî ya hesreta azadî û aştiyê. Newroz Pîroz be.”   Her wiha siyasetemderê kurd Osman Baydemîr jî bi dimên ev peyam şand: "Ez bi hevî me ew Newroz wê bibe bingeha mizgîniyeke mezin. Hemû Rojhilata Navîn bi êş e. Lê hûn bi xwe bingeha mirovahiyeyê ne. Ji Sewrêgê heta Pirsûs û Haranê û Hilwanê. Hûn îro mizgîniyeke mezin didin. Newroza Rihayê pîroz be."   NAMZETAN GEL SILAV KIR   Piştrê jî navê namzetên hevşeredariyê yên navend û navçeyên Rihayê hatin xwendin û li ser dikê hatin vexwendin. Namzetan gel silav kir. Namzeta Hevşeredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer Newroza gel pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Riha li vir e. Di 31'ê Adarê de jî gelê li Rihayê wê weke îro xwedî sindoqan derkevin û wê bêjin bajarê xwe em ê birêve bibin.”  Namzetê Hevşeredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen jî gel silav kir û bi kurdî, tirkî û erebî Newroza gel pîroz kir. Erkmen, bi lêv kir ku li dijî Nemrûdan, Îbrahîm û Kawa dertên û got ku Newroz pisûlaya xilasiya gelê kurd e. Erkmen bal kişand ser girevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em piştgiriya girevên birçîbûnê dikin. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin da ku aştî were vî welatî.”