Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn 2024-03-23 14:40:55   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê de faîlên Hasan Ocak pirsîn ku di 21’ê adara 1995’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefteyê ji bo aqûbet û faîlên kesên di bin çavan de hatine windakirin û hatine qetilkirin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar dixin, di hefteya 991’an de jî hatin gel hev. Dayikên Şemiyê di dest de qurnefîl û dovîzên ku wêneyên kesên windakirî li ser bûn, tev li çalakiyê bûn. Rêveberên Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de aqûbeta Hasan Ocaka hate pirsîn ku di 21’ê adara 1995’an de hate binçavkirin û windakirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyanî xwend û wiha got: “Di vê serdema ku çanda necezakirinê giran bûyî de em bi daxwaza edaletê li qadê ne. Hewl didin dozên windakiriyan bi necezakirinê bigirin. Lê divê bê zanîn ku em ê destûr nedin vê û dev ji gotin û vegotina heqîqetê bernedin.”     'DI ROJA NEWROZÊ DE HATE WINDAKIRIN’   Keskîn da zanîn ku Hasan Ocak mamoste bû û li benda tayîna xwe bû. Keskîn, da zanîn ku Ocaka di vê pêvajoyê de qehwexaneyek birêve dibir û demekî kin beriya windakirina xwe bi dayika xwe re axiviye û jê re gotiye; “Tiştekî amade neke ez ê masiyan bînim.” Keskîn, destnîşan kir ku malbata Ocak ji emniyetê re gotiye ku kurê wan hatiye binçavkirin lê emniyetê ev yek înkar kiriye. Keskîn, wiha domand: “Malbatê serî li dozgeriyê, Emniyeta Stenbolê, Walîtiya Stenbolê, TBMM, serokwezîrtî, wezaret, nexweşxane û ATK’ê da. Ji ber zexta raya giştî, Wezîrê Karên Hundir ê demê Nahît Menteşe, Waliyê demê yê Stenbolê Hayrî Kozakçioglû, Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar û Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Necdet Menzîr gotin; ‘Hasan Ocak di bin çavan de nîne û lêgerîneke derheqê wî de tune ye.’ Lê du kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê binçavkirî gotin ku wan Hasan li şaxê dîtine û navê wî di lîsteya şopa tiliyê de dîtine. Her wiha şahidekî ji ber Newrozê hatibû binçavkirin jî got ku polîsan di navbera xwe de gotine ‘Hasan Ocak hat anîn.’”    'LI GORISTANA BÊKESAN HATE DÎTIN’   Bi domdarî Keskîn da zanîn ku piştî lêgerîna 58 rojan, cenazeyê Ocak li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hatiye dîtin û şopên îşkenceyê li ser bedena wî hebûn. Keskîn, wiha pê de çû: “Her tişt pir eşkere ye. Wezîrê Dewletê yê ji Mafên Mirovan Berpirsyar Algan Hacaloglû di çarçoveya lêkolînan de axivî û got; ‘Ji bo Ocak bidin axaftin îşkence lê hatiye kirin û piştî derbkirinê hatiye kuştin û avêtine Beykozê.’ Û ji malbata Ocak lêborîn xwest.”    ‘EM Ê DEV JI LÊGERÎNA EDALETÊ BERNEDIN’    Keskîn, da zanîn ku tevî vê rewşê jî serlêdanên malbata Ocak bêencam hatine hiştin. Keskîn, wiha domand: “DMME’yê di sala 2004’an de bi sedema ku lêkolîn baş nehatiye kirin derheqê Tirkiyeyê de biryara binpêkirinê da. Lê li hundir dosya nehat asta teqîbatê jî. Em careke din bang li dozgeriyê û Wezareta Dadê dikin ku berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk bînin. Çend sal jî derbas bibin em ê dev ji lêgerîn û têkoşîna xwe ya ji bo windakiriyan bernedin.”    Piştî daxuyaniyê, Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.