Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye 2024-03-23 14:54:38   STENBOL - Hatîce Yildiz a 75 salî bi hinceta “pere şandinê” bi sedyeyê ji malê derxistin û hate girtin. Parêzerê Yildizê, Xebat Demîrcan diyar kir ku, pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin û ji ber vê yekê jî biryara hatiye dayîn, derveyî hiqûqê ye.   Derbarê dayika girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ya li Esenyurta Stenbolê dijî de, ji ber ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya di heman qawişê de dimîne re pere razandiye, bi îdiaya “rêxistinê finanse dike” doz hate vekirin. Doz 3 salan dom kir û 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdiaya “rêxistinê finanse kiriye” 4 sal û 2 meh ceza li Yildizê birî. Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî erê kir.   Derbarê mijarê de parêzera Yildizê Xebat Demîrcan ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku Yildizê bi rêya PTT’ê, ji girtîgeha di bin kontrola dewletê de ye pere hatiye şandiye û diyar kir ku cezayê hatiye dayîn derveyî hiqûqê ye. Demîrcan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Girtîgeh di bin kontrola dewletê de ye. Tevahî ketin û derketina hundir di bin kontrola dewletê de ye û em qala pereyê ku di bin vê kontrola de hatiye razandin, dikin. Ev pere bi dest nehatiye dayîn.”   ÎSTÎNAFÊ BÊSEDEM RED KIR   Demîrcan da zanîn ku dadgeha îstînafê biryarê di 1’ê adarê de ji wan re şandiye û axaftina xwe wiha domand: “Eşkere ye ku ev pere di girtîgehê de nikare ji bo piştgiriya rêxistinê were bikaranîn. Hiqûq li ji vir tê binpêkirin. Cezayê ku hatiye dayîn ne li gorî rêziknameyê ye. Heke biryarek ji bo astengirina razandina pereyan heba, jixwe dê ew pere nehata razandin. Heke bihata razandin jî dê paş ve bihata vegerandin.    Demîrcan anî ziman ku ji ber cezayê hatiye birîn di bin 5 salan de ye, riya serlêdana Dadgeha Bilind girtî ye. Demîrcan got ku wan ji ber biryara îstînafê ya derveyî hiqûqê daxwaznameyek dane dadgehê û bilêv kir ku dadgeh bêyî sedemekê diyar bike daxwaznameya wan red kiriye.    CARA YEKEM EV CEZA TÊ BIRÎN   Demircan bibîr xist ku kesên ji ber şandina pereyan hatine darizandin û ceza stendine hene û da zanîn ku cezayê ji ber şandina pereyan hatiye dayîn, yekem carê tê erêkirin.    DAXWAZA TELOQKIRINA ÎNFAZÊ Û SERLÊDANA AYM’Ê   Demîrcan di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê ji bo cezayê mûvekîla wê Yildizê were taloqkirin û di heman demê de bi daxwaza tevdîrê takekesî serî Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.