Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan 2024-03-23 15:28:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan pirsîn û wiha bertek nîşanî biryara demborinê ya ji bo Doza Pasûrê dan: “Ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin.”    Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê di hefteya 789’an a çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê hatin gel hev. Xizmên windakiriyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin û di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetikirin hatin hilgirtin.    Di çalakiya vê hefteyê de Xizmên Windakiriyan aqûbeta Mîrza Ateş pirsîn ku di 18’ê adara 1994’an de di bin çavan de hatibû windakirin.    Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û bertek nîşanî biryara “demborînê” ya têkildarî Doza Pasûrê da ku 11 kes hatibûn qetilkirin. Yilmaz, ev biryar weke parastina faîlan û domandina polîtîkaya necezakirinê nîşan da û got ku dê têkoşîna wan bidome.    Piştre jî Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya Mîrza Ateş xwend. Akdenîz, da zanîn ku tevî hemû hewldanên malbatê jî lêgerîna Edaletê ya ji bo Ateş bêencam maye.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    LI ÊLIHÊ HEFTEYA 625’AN    Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 625’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, DEM Partî, DBP, OHD û Baroya Êlihê jî tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven hate pirsîn ku di nîsana sala 1998’an de hatibû windakirin. Çîroka Seven ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn ve hate xwendin.    FAÎLÊN OCAK HATIN PIRSÎN   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” ku her du hefteyan carekê li dar dixe, pêk anî. Çalakî li pêşiya Sumerbanka Kevin a li navçeya Konakê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in lê xwedî derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin hilgirtin. Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Hasan Ocak hate xwendin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Berpirsyarê Herêma Egeyê yê ÎHD’ê Zafer Încîn û ya tirkî jî Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli xwend.