Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin 2024-03-23 16:16:21   STENBOL/ENQERE - Di çalakiya li Stenbolê de ji bo girtiya nexweş Leyla Aygun û di ya Enqereyê de ji bo Sabrî Yilmaz banga berdanê hate kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 626’emîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya şaxê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Leyla Aygun a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Her wiha pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiya nexweş Leyla Aygun berdin” hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Nîmet Tanrikulu daxuyanî da. Tanrikulu da zanîn ku tedawiya girtiyên nexweş di çarçoveya polîtîkayeke taybet tê astengkirin. Bi domdarî Tanrikulu bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Leyla Aygun. Tanrikulu got ku di sala 2023’yan de teşhîsa penceşêra pêsîrê ji bo Aygun hatiye kirin lê nayê tedawîkirin. Tanrikulu bang li rayedaran kir ku Aygun tavilê were berdan.    ENQERE   Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re jî di hefteya 498’an de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate vekirin.    Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen got ku weke ÎHD’ê wan tespît kirine ku li girtîgehan 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Çevîrmen, piştre jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 75 salî Sabrî Yavuz ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin.    Çevîrmen, da zanîn ku Yavuz ev 7 sal in girtî ye û nexweşiyên wî yên weke Hepatit-B, prostat, apandisit û kîsika zirav hene. Bi domdarî Çevîrmen binpêkirinên li dijî Yavuz vegot. Çevîrmen, destnîşan kir ku mafê tedawiyê yê Yavuz tê binpêkirin û banga berdana Yavuz kir.