Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome 2024-03-23 16:18:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye desptêkirin bûn, diyar kirin ku heta polîtîkaya tecrîdê bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir.    STENBOL    Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin, di roja 103’yan de li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sûltangaziyê dom kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “ Bê Serok jiyan nabe”  û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.    Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Esenler û Bakirkoyê û ANYAKAYDER’ê hatin serdana çalakvanan. Xizmên girtiyan û kesên hatin serdanê gotin ku heta tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê rakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Esenlerê Yildiz Eren di çalakiyê de anî ziman ku divê êdî gel şiyar bibe û bi rakirina tecrîdê civak bêhnekî bistîne. Eren, xwest ku hemû kes piştgiriyê bide çalakî û daxwazên xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê.    AMED   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 110’an de dom kir. Nobet li avahiya DBP’a Rezanê hate domandin û ciwanên enternasyonal ên Ewropayê û endamên ESP’ê hatin serdanê. Ciwanên sosyalîst ji dayikan re gotin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna wan û ji bo dengê wan bidin bihîstin ya ku ji dest tê dê bikin. Nobet, bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.    ÊLIH   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 52’yan de li avahiya DBP’ê dom kir. Aktîvîstên TJA’yê û rêxistinên DBP, DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Nobet, bi stranan bi dawî bû.    WAN   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 107’emîn de berdewam kir. Nobet di avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de tê domandin û îro jî gelek kes serdana nobetê kirin.    Ji xizma girtiyan Munevvet Bayhan diyar kir ku ew ji bo aştî, xwişk û biratiyê tev li nobetê bûye û wiha got: “Di girtîgehan de ji zêdetirî 3 mehan grevên birçîbûnê dom dikin û em ji bo piştgiriyê li vê derê ne.”    Xizmên girtiyan di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin û stran gotin.    MÊRDÎN   Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 76’emîn de berdewam kir. Îro çalakiya nobetê, xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji navçeya Stewrê hatine, dewr girtin. Gelek kes hatin serdana çalakgerên nobetê. Di nobetê de stran hatin, ser rojevê nîqaş hatin meşandin.    Ji endamê Komeleya Wejekarên Kurd Ahmet Çelîk serdana Nobeta Edaletê kir û anî ziman ku ew ê li cem malbatên ku çalakiyê didomînin bin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê, li her derê cîhanê li dijî mirovahiyê sûc e. Dema sûcê li dijî mirovaniyê tê gotin, dikare li Cîhan û Tirkiyeyê gelek mînak werin dayîn. Lê belê li Tirkiyeyê ser girtiyên me, siyaseta me û gelê me polîtîkayeke taybet tê meşandin. Ji ber wê, vî barî tenê ser pişta dayikan dana meşandin, ne helwesteke rast e. Divê tevahiya gelê me were cem hev û bi hev re bêjin ku em vê siyasetê qebûl nakin. Divê em bi hev re li dijî vê tecrîdê derkevin. Em vê tecrîda derveyî mafê mirovan û exlaqê qebûl nakin. Em tecrîdê şermezar dikin û piştgiriya malbatên xwe dikin. Serkeftinê dixwazin.”