Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be 2024-03-23 16:42:49   RIHA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newroza Rihayê de axivî û wiha got: “Em bi hev re Newroza hembajariyê we, rêhevalê we birêz Ocalan pîroz dikin. Newroza te pîroz be.”    Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê bi coşeke mezin berdewam kir. Pîrozbahî, bi derketine ser dikê ya namzetên hevşaredariyê û silavkirina gel dom kir. Namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen got ku Newroz roja hesabpirsînê ye û ew ê teqez bi ser kevin. Erkmen dema qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikir, girseyê bi yekdengî û heta demekî dirêj dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî Erkmen projeyên xwe vegot. Namzeta din Gulşen Ozer jî got ku dê di 31’ê Adarê de serkeftin a wan be.    Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, ji bo Rihayê got: “Bajarê ku roj lê derketî û bajarekî qedîm e.” Bi domdarî Bakirhan, Newroza gelê kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û silav şand. Bakirhan, piştre jî bal kişand ser komkujiya li dijî malbata Şenyaşar û silav ji Emîne Şenyaşar re şand. Bakirhan, da zanîn ku dê hesaba vê komkujiyê were pirsîn.    Bakirhan, destnîşan kir ku coşa herî mezin li Rihayê dîtine û ev tişt anî ziman: “Dixwazim li meydana Rihayê vê bibêjim; Kawa çawa li dijî Dehan li ber xwe dabin, dê rihayiyan jî li dijî zaliman, li dijî faşîzmê li ber xwe da û dê bide. Serokê partiya îktîdarê digot, di van de taqet û hêz nema ye. Vaye ji we re meydan, vaye ji we re hêz, qudret, yekitî, berxwedan û têkoşîn.”    ‘EM SEKNEKÎ ÎBRAHÎMÎ RABER DIKIN’    Bakirhan, bi domdarî pîrozbahiyên Newrozê yên hatin lidarxistin bi bîr xist û got: “Şîrazeya wan xera kir. Li Stenbol, Amed, Wan û her deverê bi milyonan kes daketin qadê. Gelê me ji kesên dibêjin ‘teroristan’ re got em hebûn, em hene û dê her hebin. Serê sibehê heta êvarê qala şer û operasyonan dikin. Em jî jê re dibêjin aqilê xwe bînin serê xwe. Bi milyonan kurd dibêjin aştî, azadî û demokrasî. Gelê me li qadan li dijî van polîtîkayên we yên şer e. Gelê Rihayê dê di 31’ê Adarê de bersivê bide van polîtîkayên şer, vê zîhniyeta zimanê me qedexe dike, gelê me xizan dike û îradeya me xesp dike. Riha, hûn li dijî Newrûdan seknekî Îbrahîmî raber dikin. Her bijî Riha.”    ‘NEWROZA ABDULLAH OCALAN PÎROZ BE’   Bakirhan, bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û wiha got: “Li şûna hûn li çar aliyên cîhanê li dijî kurdan xebatên dîplomatîk bikin, çareserî bi qasî giravekî nêz e. Keremkin herin Îmraliyê. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û pirsgirêka kurd em bi hev re bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin. Bi vê wesîleyê ez Newroza hembajarî û rêhevalê we birêz Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê pîroz dikim. Newroza te pîroz be.”     ADYIKAN AGIRÊ NEROZÊ VÊXIST   Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve û bi dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” hate vêxistin.   Bername, bi stranên Koma JinMA û dengbêj Kazo berdewam kir.