Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire 2024-03-23 16:53:58   RIHA - Girtiyên di greva birçîbûnê de ji bo Newroza Rihayê peyam şandin û wiha gotin: “Her çend ku zindan sar û hucre tarî bin jî, dê tu caran agirê di dilê me de venemire.”    Di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin de peyama girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de hate xwendin. Piştre jî hunermend derketin ser dikê û bername bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.    Di peyama xwe de girtiyan greva birçîbûnê bi bîr xistin û gotin ku gelê kurd ev 200 sal in di mercên faşîzmê de dijîn. Girtiyan got ku komarê ji bilî zilmê tiştek ji bo kedkaran ne anî û tu caran ji dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdistanê û gelan neda.  Girtiyan, diyar kir ku komarê ji bilî qirkirinê tiştek ji bo kurdan û gelan ne anî. Name wiha dom kir: “Serok Apo di vê demê de derket holê û ji sîstemê re got bes e. Mîrasa Şêx Seîd û Seyîd Rizalayan dewr girt. Di dîroka gelan de cara ewil bi paradîgmayeke derveyî dewletê kete rê. Lewma rastî xexeba Nemrûdî hat û ev 25 sal in di mercên îşkenceyê de tê dîlgirtin. Bila her kes bizane ku tehemûla me ya li hemberî Rêberê neazad û Kurdistana bêstatû nema ye. Lewma jî weke zarokên we, rêhevalên we, xwişk û birayên we me bedenên xwe dan ber birçîbûnê. Divê her kes li dora nirxên kolektîf ên gelê kurd û azadiya Rêbertiyê de bê gel hev. Zindan çiqas sar û hucre çiqas tarî bin jî dê agirê di dilê me de venemire û ruhê me tu caran sar nebe. Em Newroza we tevan pîroz dikin û we tevan vedixwînin berxwedan û têkoşîneke kolektîf. An azadî an azadî.”    Pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê ku bi deh hezaran kes tev li bûbûn, bi stranên Koma JinMA’yê û gerandina govendê bi dawî bû.