ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN 2024-03-24 09:00:17     * Mehmet Ocalan ku herî dawî 3 sal berê bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi telefonê hevdîtin kir, diyar kir ku dewlet bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze kurdan tune bike û got: "Pirsgirêka kurd bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe û muxatabê çareseriya pirsgirêkê jî Abdullah Ocalan e."   * Namzetên Hevşaredariyê yên Hezo yên DEM Partiyê diyar kirin ku ji bo jiholêrakirina texrîbata 10 salan a AKP'ê proje amade kirine û gotin ku ew ê navçeyê bi gel re bi rê ve bibin.    * Hilbijêrên bajaroka Bazarcix a navçeya Dîgorê diyar kirin ku wan valîzê Omer Vargunê ku di hilbijartinên berê de namzetê AKP'ê bû û bi biryara YSK'ê mazbata wergirtibû amade kirine û gotin ku ew ê bi DEM Partiyê şaredariyê bi dest bixin.    * Hevseroka KON-MED a Almanyayê Rûken Akça têkildarî qonaxa duyemîn a kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku ji aliyê KCDK-E û dostên kurdan ve ên li Ewropayê ve tê meşandin, axivî û got: "Dixwazin me bêdeng bikin. Em vê qebûl nakin."   * Ji Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a DEM Partiyê Mehmet Saltogû da zanîn ku dê qeydên hilbijêrên bitevger di 27'ê adarê de bi dawî bibin û wiha got: “Divê em ji xwe ji nêrîna bi dengekî tiştek naguhere derkevin. Ew deng dê gelek tiştan biguherîne."   * * Li navçeyên Rêya Armûşê û Tuşbayê yên Wanê DEM Partî bi komên ji sedan kesan pêk tên xebateke zêde dimeşîne. Namzetên hevşaredariyê gotin ku dê li her du navçeyan jî bi ser kevin.    * * Li Fermandariya Qereqola Sînor a Nisêbînê serdar Îlkay Kati jî di nav de gelek leşker ji doza “qaçaxçitî û bertîlê” tên darizandin. Di dozê de ji bo Kati biryara beraetê hate dayîn û berbazek jî di nav de li 4 kesan jî cezayê hefsê hate birîn.    * Dê li Edene, Antalya û Enqereyê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-17.00)   * DEM Partî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran bi gel re hevdîtinan li dar bixe. (10.00-18.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê îro jî bidome. (11.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê tev li mitînga partiya xwe bibe. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (16.00)