Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin 2024-03-24 09:04:55 QERS - Hilbijêrên bajaroka Bazarcix a navçeya Dîgorê diyar kirin ku wan valîzê Omer Vargunê ku di hilbijartinên berê de namzetê AKP'ê bû û bi biryara YSK'ê mazbata wergirtibû amade kirine û gotin ku ew ê bi DEM Partiyê şaredariyê bi dest bixin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo şaredariya Bazarcix a Dîgorê ku di hilbijartinên 2019'an de HDP'ê ew bi dest xistibû lê YSK'ê bi hinceta bi KHK'ê hatiey xîrackirina mazbata nedabû namzetê wê û li şûna wê dabû namzetê AKP'ê, bênavber dixebite. Li navçeya ku nifûsa wê 3 hezar û 500 e û 2 hezar û 185 dengdêrê wê hene, DEM Partiyê Ayten Yardimcîel û Husnû Ancî wekî namzetên hevşaredariyê nîşan da û AKP'ê jî car din Omer Vargun kir namzet.    Şêniyên bajêr ku piştî hilbijartinên 2019'an li dijî biryara YSK'ê 2 mehan dest bi nobetê kirin, diyar kirin ku wê di hilbijartinê de DEM Partî bi ser bikeve.   ‘JI BO ALÎGIRÊN XWE XEBITÎ'   Ciwanê bi navê Ozgur Erkmen ê li Bajaroka Bazarcixê dijî, diyar kir ku şaredariya di bin kontrola AKP'ê de heta niha tu xizmet nekiriye. Erkmen, anî ziman ku yekane karê şaredariya AKP'ê dewlemendkirina aligirên xwe ye û got: "Niha hilbijartin nêzîk dibe, dest bi sozên xwe yên ji bo gelê bajêr kiriye. Hemû derew in. Heta niha tu li ku bûyî, te çima heta îro nekiriye? Bi vê yekê hewl dide raya giştî bixapîne. Partiya me wê di 31’ê Adarê de bi ser bikeve."   ‘TIŞTA HEYÎ JÎ JI ME STEND'   Ciwanê bi navê Cem Anli jî bi bîr xist ku di hilbijartinên 2014'an de AKP'ê şaredariya bajêr bi dest xistiye û got ku ji wê demê heta niha tu xizmet nehatiye kirin. Anli anî ziman ku ger li bajêr di serdema DTP'ê de xizmet hatiye kirin û wiha got: “Ji bo çûn û hatina Qersê wesayît dan xwendekaran. AKP dema hat van amûran ji holê rakir. Niha xwendekar di rewşeke dijwar de ne. Di nava sozên heyî yên şaredariyê de gaza xwezayî hebû, lê yek ji wan jî nehat dayîn. Ne tenê tiştek nekir, tiştê ku hebû jî ji me stand. Navendek çandê hebû, wê jî betal kir. Wesayîta şaredariyê hebû, ne diyar e ka ew biriye ku derê. AKP'ê jî tişta ku HDP'ê kir hilweşand. Beriya AKP'ê em ji xizmetên HDP'ê gelek memnûn bûn. Li bajêr serketina AKP'ê ji bo me qte nebaş bû. Ji ber ku me kir dijminên hev. Divê em wan bikin partiya tabelayê."    ‘ME VALÎZÊ QEYÛM AMADE KIRIYE'   Ozan Anci anî ziman ku tenê sozeke şaredariya AKP'ê hebûye û got: "Armanca wê tenê ew e ku tiştên di serdema HDP'ê de hatibûn kirin ji holê rake û ji bo malbat û alîgirên xwe bixebite. Ji wê pêve tiştek nekir. Got ez ê rê çêkim lê rê xera kir û çênekir. Hilbijartin hat û sozan dest pê kir. Tişta ku 10 sal in dibêje dubare dike. Soz dide ku wê 2 hezar kes li bajêr bixebite, lê derewan dike. Em ji wî bawer nakin û me valîzê wê anade kiriye.Em ê şeva hilbijartinê valîzê wî bidin ser pişta wê û wê bişînin."    ‘LI VIR CIHÊ AKP'Ê TUNE YE'   Jina bi navê Serpîl Salturkê diyar kir ku çendî ne tiştekî mafdar be jî qeyûm hatiye tayînkirin û wiha got: “Ev 10 sal in şaredariyê bi rê ve dibin. Min tu xizmetek wan nedîtiye. Ayhan Erkmen du serdeman bû şaredar û me xizmetê dît. Ev 10 sal in tu xizmet tune ye. Dema qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin got ku ew ê xizmetê neke. Ez tiştekî din hêvî nakim, bila DEM Partî bi ser bikeve. Werin em çaya xwe ya bi DEM’ê li şaredariya xwe vexwin. Em dixwazin êdî AKP ji holê rabe. Cihê AKP'ê li bajarê me nîn e. Di heman demê de tenê partiya me mafê jinan diparêze û partiyeke jinan e. Em dikarin vê di pergala hevserokatiyê de jî bibînin. Ji bo vê jî em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.