Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin 2024-03-24 09:25:48   ÎZMÎR - Hevseroka KON-MED a Almanyayê Rûken Akça têkildarî qonaxa duyemîn a kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku ji aliyê KCDK-E û dostên kurdan ve ên li Ewropayê ve tê meşandin, axivî û got: "Dixwazin me bêdeng bikin. Em vê qebûl nakin."   Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê, komên enternasyonalîst ên Ewropayê û kesên navdar ên cîhanê di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendan bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" kampanya dabûn destpêkirin. Qonaxa duyem a kampanyayê di 1'ê Adarê de dest pê kir. Di çarçoveya kampanyayê de bi çalakiyên girseyî yên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û 21'ê Adarê Newrozê daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan hat kirin. Piştre jî wê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Her wiha wê li bajarê Vatîkan ê Îtalyayê wê serdana Papa bê kirin û dosyeya derbarê bêhiqûqiyê radestî wî bê kirin. Ger çalakî encam negirin, wê di navbera 15-20'ê Nîsanê de li ber Konseya Ewropayê (KE) bi pêşengiya jinan bi 5 hezar kesî çalakiya rûniştinê ya 5 rojan bê lidarxistin.   ‘PARADÎGMAYA RÊBERTIYÊ LI CÎHANÊ BELAV BÛ'     Hevseroka Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) a Almanyayê Rûken Akça, têkildarî xebatên di çarçoveya pêngava duyemîn de agahî dan. Akçayê diyar kir ku wan plan kiriye ku pêngava di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi pêşengiya gelê kurd û dostên wan dane destpêkirin li 74 navendan pêk bînin, lê li zêdetirî sed navendan tevlîbûn û bang hatine kirin. Akçayê anî ziman ku ev rewş nîşan dide ku paradîgmaya Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û got: “Kî paradîgmaya Ocalan dixwîne, di bin bandora wê de dimîne û li gorî jiyana xwe adapte dike. Ji ber vê yekê li seranserê Ewropayê dengek bilind bû. Gelek akademîsyen, nivîskar, hiqûqnas, parlementer û kesên ku berê di CPT'yê de wezîfedar bûn beşdarî çalakiyên di çarçoveya pêngavê de bûn."   XEBATÊN PÊNGAVA DUYEM   Akçayê diyar kir ku qonaxa yekem a kampanyayê 3 meh ajotiye û qonaxa duyemîn jî berdewam dikin û wiha got: “Di dema pêş de, 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêber Apo û 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê ye. Em xwe amade dikin ku biçin Vatîkan, Îtalya, ji bo ku bi Papa re hevdîtinê bikin. Her wiha di pêşengiya tevgera jinan de em armanc dikin ku di navbera 15 û 20’ê Nîsanê de li ber KE’yê bi 5 hezar kesî çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di vê pêvajoyê de em ê bi Parlamenterên Konseya Ewropayê re hevdîtinan pêk bînin. Têkildarî bûyeran me dosye amade kirine. Em ê wan teslîm bikin."   ‘EM Ê BERXWEDANÊ XURT BIKIN'   Akçayê da zanîn ku kurd tenê pêşengiya xebatên wan nakin û got ku ku piştî pêvajoya Kobanê hemû gelên cîhanê di bin bandora fikrên Ocalan de man û xwedî lê derketine. Akçayê got: “Dixwazin me bêdeng bikin. Lê em ê vê qebûl nekin. Ger tecrîd neyê rakirin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neyê, wê berxwedan li girtîgehan mezin bibe. Em ê vê berxwedanê li Ewropayê jî berfireh bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan çi pêwîst be em ê bikin. Îro felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye û hevalên me di hemû çalakiyên me de bi me re tevdigerin."   ‘NAVNÎŞAN LI ÎMRALIYÊ YE'   Akçayê destnîşan kir ku tê xwestin ku bi tecrîdê têkoşîna kurdan bê fetisandin û bi bîr xist ku sedema bingehîn a şer û zextên li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê tecrîd e. Akçayê wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê mirov ji kar tên avêtin. Xizanî kûr dibe, mirov xwe dikujin. Li Rojavayê qadên sivîlan tên bombekirin û sivîl tên qetilkirin. Yanî ev tecrîd di şexsê Rêber Apo de li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Divê gelên Tirkiyeyê vê yekê bibînin. Rastî nagihên raya giştî ya Tirkiyê. Ev şer 50 sal in didome. Wezîrên tirk derî bi derî digerin. Navnîşana ku hûn ê biçinê pir zelal e. Herin bi Rêbertî re rûnin. Pirsgirêka kurd û tirk jî wê çareser bibe. Lê ew vê yekê nakin. Ji ber ku ji paradîgmaya Rêbertiyê ditirsin.”   ‘BANGA JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ'   Akçayê anî ziman ku ew ê bi ruhê yekîtiya neteweyî li kolanan bin û got ku ew ê di vê çarçoveyê de planên ku çêkirine pêk bînin. Akçayê di dawiyê de wiha got: “Ji bo em vê tecrîdê bişkînin pêwîst e rojek berî rojekê Kongreya Neteweyî bê lidarxistin. Ne tenê Bakurê Kurdistanê, çar parçeyên Kurdistanê jî divê vê têkoşînê hembêz bikin. Werin em vê tecrîdê bişkînin û pirsgirêka kurd çareser bikin.”