‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’ 2024-03-24 09:52:41   SÊRT - Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş li Sêrtê bi rojnamegeran re civiya. Beştaş, diyar kir ku dê g 6 hezar û 643 hilbijêrên “qaçax” li Sêrtê dengê xwe bidin û wiha bang li xelkê Sêrtê kir: “Li dijî dengên heram, divê dengên helal biçin ser sindoqê.”   Parlamentera Erziromê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û namzetên hevşaredariya Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî li Sêrtê bi rojnamegerên bajar re civiyan. Rojnameger, rêveberên Rêxistina DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar jî beşdarî civînê bûn. Di hevdîtinê de rojnamegeran pirsên xwe kirin û namzetan jî bersiv dan.    Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn bixêrhatina rojnamegeran kir. Tekîn got ku ji bo hilbijartinê demekî kin maye û di nava bêedaletî û newekheviyê de diçin hilbijartinê.   ‘DIVÊ JI BO HILBIJARTINÊ DEM PARTÎ BÊ’   Namzeta Hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş jî diyar kir ku projeyan wan xîtabî hemû xelkê Sêrtê dike û heke hatin hilbijartin dê bi bicihanîna van projeyan Sêrtê pêş bixin. Alagaş, da zanîn ku ew polîtîkayeke pirzimanî, pirbawerî û pirçandî esas digirin û wiha got: “Em ê polîtîkaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê diparêze bimeşînin. Ev nezî 10 sal in qeyûm bajar birêve dibe û ferqa di serdema me û ya qeyûm de dibîne. Em temsîliyeta wekhev esas digirin. Di mijara jinan de em ê polîtîkayên micid pêş bixin û ji bo parastina jinê ya ji hêla derûnî, fikrî û aborî ve çi ji destê me tê em ê bikin. Ji bo guherînê divê DEM bê.”    Namzetê hevşaredariyê Mehmet Kaysi jî diyar kir ku walî û qeymeqam ji bo AKP’ê dixebitin û ev tişt anî ziman: “Tu wijdan, exlaq û hiqûq vê qebûl nakin. Ew çi bikin bila bikin em ê bi ser bikevin. Divê her kes vê yekê baş bizane.”   ‘AFÎŞ DI BIN ÇAVDÊRIYA RÊVEBERIYÊ DE HATINE ÇIRANDIN’   Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser çirandina afîşên wan ên li ser bîllboardan û got ku ev di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê û rêveberên bajar de hatiye kirin. Bi domdarî Beştaş got ku qeyûm ji bo hilbijartinê seferber bûye û wiha got: “Ew jî dizane bêhiqûqtiyê dike. Bila şert û merc û derfetên me wekhev bin, wê demê dê bê dîtin ka gel piştgiriyê dide kê. Lê ev ne camêr in, tirsonek in. Her wiha hewl didin bi hilbijêrên qaçax di hilbijartinan de bi ser kevin. Niha 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax hene. Agahiyên wan li ber derstê me ne. Tevek jî tîmên taybet û leşker in. Me sedema anîna wan pirsî. Ji me re gotin ‘ji bo ewlehiya hilbijartinê ye.’”   ‘DÊ LI 3 DIBISTANAN DENGÊ XWE BIDIN’   Beştaş, got ku îktîdar hewl dide bi veguhestina dengan encama hilbijartinê biguherîne û wiha pê de çû: “Ev hilbijêrên qaçax dê li Dibistana Seretayî ya Mehmetçîk, Dibistana Navîn a Selahattîn Eyûbî û Dibistana Navîn a Îbrahîm Hakki ya Îmam Hatîp dengê xwe bidin. Hejmara hilbijêran û yên sindoqên wan jî di destê de me de ne. Weke tê dîtin organîzasyonek mezin e. Diziya li dijî îradeyê sûcekî mezin e. Temamiya van hilbijêran li Şaxa Midûriyeta Tîma Taybet a Sêrtê û saziyên mîna wê hatine qeydkirin. Ji bo bibin dengê xwe li vir bidin divê îkametgeha wan li vir be. Gelo ya wan li ku ye? Mixabin di binpêkirina qanûnan de sînoran nas nakin.”   BANG LI HILBIJÊRÊN LI DERVE KIR   Di berdewamê de Beştaş da zanîn ku ji bo serkeftinê bi şev û roj dixebitin û axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî van dengên heram, em dengên helal dixwazin. Lewma divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin. Em bang li hilbijêrên li der ve jî dikin ku bên Sêrtê û dengê xwe bidin. Werin em bersivê bidin van kesên ku her tiştî ji xwe re rewa dibînin. Em ê rê nedin polîtîkayên qeyûm. Moralê me pir bilind e, em bi hêz in.”