DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite 2024-03-24 10:49:20   WAN - Li navçeyên Rêya Armûşê û Tuşbayê yên Wanê DEM Partî bi komên ji sedan kesan pêk tên xebateke zêde dimeşîne. Namzetên hevşaredariyê gotin ku dê li her du navçeyan jî bi ser kevin.     Bi nêzbûna hilbijartinên hêrêmî re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez da xebatên xwe. Yek ji deverên ku DEM Partiyê xebatên xwe lez dayê jî navçeyên Rêya Armûşê û Tûşbayê yên Wanê ne.   Şaredariya Rêya Armûşê di hilbijartinên salên 2014’an û 2019’an de ji hêla HDP'ê ve hate bidestxistin lê belê her du caran jî Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya navçeyê kir. Nifûsa navçeya ku ev du serdem e bi destê qeyûm tê birêvebirin 350 hezar e û tê de 233 hezar hilbijêr hene.    Namzetê HDP'ê di hilbijartina derbasbûyî de li navçeya Tuşbayê ji sedî 52'yê dengan stand lê belê bi hinceta namzet KHK’î ye mazbat nedanê û şaredarî ket destê AKP’ê. Nifûsa navçeyê 164 hezar e û dê di vê hilbijartinê de nêzî 97 hezar hilbijêr dêng bi kar bînin.    KELEHA DEM’Ê RÊYA ARMÛŞÊ   Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê yên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Cevdet Altindag û namzetên hevşaredariya Tuşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser ji bo ku şaredariyê careke din bikin a gel bênavber dixebitin. Namzetên ku mal bi mal digerin, ji hêla gel ve rastî eleqeyeke mezin tên.    BI TÎMA JI 500 KESAN PÊK TÊ XEBAT DIDOMIN   Namzetê hevşaredariyê yê Rêya Armûşê Cevdet Altindag der barê xebatên xwe yê dimeşînin de hin agahî parve kirin û diyar kir ku ew bi tîmên nêzî 500 kesan pêk tê binavber dixebitin. Altindag diyar kir ku ew ewilî dest bi avakirina komîsyonên taxan kirine û wiha axivî: “Em bi roj serdana esnaf û saziyan dikin. Êvaran jî em bi hevalên xwe re tev li civînên gel ên li tax û gundan dibin. Heya niha di tevahiya navçeyê de gund an jî taxa ku em neçûnê nemaye.”    ‘GELEK PIRSGIRÊK KOM BÛNE’   Altindag, diyar kir ku qeyûm di nava gel de nerazîbûneke mezin daye avakirin û got ji ber vê yekê gel şaredariyê weke saziyeke xwe nabîne. Altindag bi bîr xist ku hêj li hin taxan ava vexwarinê nîne û ev tişt got: “Ji taxên me yên Sixkê heya Selîmbeyê gelek pirsgirêkên ji şaredariyê pêk tên kom bûne. Helbet em ê van pirsgirêkan bi gelê xwe re çareser bikin. Dema ku me şaredariyê bi dest xist, em ê bi meclisa şaredariyê û saziyên sivîl ên li bajar re wek bi koordineyî bixebitin û xizmeta herî baş bidin gelê xwe. Pirsgirêkên şeredariya bajarê mezin eleqedar dikin jî em ê bi şaredariya bajarê mezin re wek koordineyî xebatan bimeşînin."   ARMANC FERQEKE BI QASÎ 60 HEZAR E    Altindag diyar kir ku wan di hilbijartina dawî de 22 hezar deng ferq avêtiye AKP'ê û dê di vê hilbijartinê de 60 hezar deng ferq biavêjin. Altindag, wiha domand: "Em ê teqez bi ferqeke mezin bi ser kevin. Ev hêvî û daxwaz di nav gelê me de jî heye.”    UZUNAY: SERKEFTIN A ME YE   Namzeta din a Rêya Armûşê Canan Uzunay jî got ku gel pir baş xwedî li xebatên wan derdikeve û ev tişt anî ziman: "Bendewariya herî mezin a gelê me ya ji me ew e ku em her tim li gel wan bin."    Uzunay anî ziman ku dema qeyûm hat ewilî darbeye li xebatên jinan da û wiha axivî: “Qayûm di 8 salên derbasbûyî de li Rêya Armûşê de tu xebat nedan meşandin. Dema ku hatine ser kar jî ewilî saziyên jinan girtin. Em jî dê wek hevserokên xwe yên jin ên berê, ewilî navendên jinan vekin û di van navendan de projeyên jinan bi pêş bixin. Em ê hemû pirsgirêkên gelê xwe, bi gelê xwe re çareser bikin. Em ê ji 31’ê adarê bi serkeftinê derkevin û ev serkeftin dê ya gelê me be.”    AKKOŞ: EM Ê BI HEV RE ÇARESER BIKIN   Namzeta hevşaredariya Tuşbayê Hanim Akkoş diyar kir ku xebatên wan bênavber dom dikin û got ku ew rastî eleqe û heskirineke mezin a gel tên.    Akkoş bilêv kir ku gel ji qeyûman bêzar bûye û dixwaze qeyûman ji navçeyê bişîne û wiha got: “Ji her cihê ku em diçin, ji me re dibêjin, ‘pêşî em qeyûman bişînin, dê piştre pirsgirêkan çareser bikin. Qeyûm karê şaredarvanyê yên bingehîn ên wekî rê û avê jî çareser nekirine. Niha riyên taxên me di  nava heriyê de ne. Ji bo jin, zarok û ciwanan tu xebat nîn in. Bêkarî pir zêde ye.”   Akkoş derbarê projeyên ku amade kirine de wiha got: “Zeviyên pir baş ên çandiniyê li Tûşbayê hene. Dê derbarê çandiniyê de xebatên me hebin. Wekî navendên jinan ên hatine girtin, JINKART û gelek xizmetên qeyûman bi dawî kirine, em ê dîsa têxin meriyetê. Em bi van re sînordar nemînin, em ê xebatên cur bi cur pêş bixin. Di polîtîkaya rêveberiya me ya xwecihî de, bi gel re rêvebirin heye. Em ê bi dînamîkên wek jin, zarok, ciwan û bajar re werin cem hev û pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”   ‘EM BIÇIN SER SINDIQAN’    Akkoş bang li hilbijêrên derve kir û wiha pê de çû: “Bila xwedî li îradeya xwe derbikevin û biçin ser sindoqan. Em di 31’ê adarê de bêjin ‘ji qeyûman re dawî’. Di vê çarçoveyê de xebatên me yên hilbijêrên bitevger hene. Bila li navçeyê ku tê ne serî li rêxistinên navçe û bajar ên DEM Partiyê bidin û em jî wan bibin ser sindoqan.”   ‘DÊ 1’Ê NÎSANÊ ROJ DERKEVE’   Nametê hevşaredariya Tûşbayê Umît Keser wiha got: “Gel ji bo qeyûman bişîne, ji me bêhtir dixebite. Em ê jî layikî vê keda gel bin.”   Keser da zanîn gelek projeyên ku ew bi şaredarvaniyê ser ketine hene û diyar kir ku projeya wan a herî girîng jî gel tev li rêveberiyê kirin e û wiha axivî: “Dê gelê me bajarê xwe û şaredariya xwe bi rê ve bibe. Li Tuşbayê ciwanên gelek malbatan li derve dixebitin. Bila biçin navend û navçeyên me yên DEM Partiyê û qeyda xwe çêbikin. Bila xwedî li îradeya xwe derbikevin û biçin ser sindoqan. Dê 1’ê nîsanê li ser axan roj derkeve.”