Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin 2024-03-24 11:55:39   AGIRÎ - Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Umut Dogruer ji bo “Newroza Mezin a Agiriyê” banga tevlibûnê kir û wiha got: “Em bi hev re dest bi destpêkeke nû bikin."    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê dê “Newroza Mezin a Agiriyê” di 25’ê adarê de li Qada Dortyolê li dar bixe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî dê tev li pîrozbahiyê bibe. Her wiha hunermend Azad Bedran jî dê derkeve ser dikê. DEM Partiyî bi rojan e amadehiyên pîrozbahiyê dikin, mal bi mal, tax bi tax digerin û gel vedixwînin Newrozê.   Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Umut Dogruer ji bo Newroza sibê banga tevlibûnê kir û wiha got: “Dê mitînga me bibe nîşaneya serkeftina 31’ê Adarê.”   ‘EM JI BO AGIRIYÊ JINÛVE AVA BIKIN TÊN’   Dogruer, destnîşan kir ku Agirî ev 19 sal in bi destê AKP’ê xirab tê birevebirin û ew ê di 31'ê Adarê de ji vê rewşê re bibêjin “êdî bes e.” Bi domdarî Dogruer da zanîn ku ew ê di hilbijartinê de serbikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev nêzî 2 meh in em bi gelê xwe re ne. Em pirsgirêkên gelê xwe guhdar dikin û dê bi hev re çareseriyan pêş bixin. Em dixwazin ji feraseta ku bajar aniye vî halî hesabê bipirsin. Em weke siyasetmedarên ji vî bajarî dixwazin bêkarî, bêhevî û xizaniya bi destê AKP’ê hatiye afirandin ji holê rakin. Em ê Agiriyê jinûve ava bikin. Gelê me ji me bawer e û em dixwazin her kesek bizane ku em ê bi gel re pêvajoyeke nû ya avakirinê bidin destpêkirin.”    BANGAWAZIYA NEWROZ Û MITÎNGÊ   Dogruer, ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya sibe bang li tevahiya xelkê bajar kir û axaftina xwe wiha qedand: "Dê di 25’ê adarê saet 11.00’an de li Qada Dortyolê Newroza Mezin a Agiriyê bê lidarxistin. Em hemû karkeran, kedkaran, ciwanan û jinan vedixwînin mitîngê. Ez bawer dikim ku em ê destpêka nû bi hev re bidin destpêkirin. Dê wesayîtên me li pêşiya navçeyên me saet di 09.00’an de rabin. Em gelê Agiriyê vedixwînin mitîngê.”