Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan 2024-03-24 12:01:38   RIHA - Bi deh hezaran kes tev li Newroza Rihayê bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin.    Newroza Rihayê di 23’yê adarê de bi tevlibûna deh hezaran kesan hat lidarxistin. Li qada Newrozê daxwaza herî zêde derketî pêş, azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bû. Em bi welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê ya Stadyuma 11 Nîsanê re axivîn. Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman.    Welatiya bi navê Zîne Tutal (68) got ku bi hêviya azadiyê tev li Newrozê bûye. Tutal, got ku ew dixwazin tecrîd were rakirin û daxwaza maf, hiqûq û dadê dikin. Muhabbet Sertkaya (54) jî destnîşan kir ku ew bi baweriya mezin a azadiyê tev li Newrozê bûne û ji saetên zû yên serê sibehê ve ji Berecûkê hatine qada Newrozê.    ‘EM AZADIYA OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ DIXWAZIN’   Ji welatiyan Alî Sertkaya (59) jî da zanîn ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî tev li Newrozê bûne û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin tevek azad bibin. Weke kurd û kurdistanî em ê her tim daxwaza xwe ya azadiyê biqîrin. Mazlum Dogan, Kemal Pîr û Mahîr Çayan şehîdên me ne. Ev cej, cejna hemû gelan e.”    Galîp Ozturk (64) jî bi lêv kir ku ew ji bo mirovên xwe serkeftinê dixwazin. Ozturk, wiha domand: “Dixwazim girtiyên siyasî tevek bên berdan. Her ku ew li wir li ber xwe didin berxwedêriya me jî xurtir dibe. Heta ku em azad dibin dê li ber xwe bidin.”    ‘TEVÎ 7 NEVIYÊN XWE HATIM NEWROZÊ’   Ji beşdaran Naîle Kaplan (67) jî daxuyand ku ev saleke li benda roja Newrozê bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji serê sibehê saet 7’an ve em li bendê bûn. Me cilên xwe yên neteweyî li xwe kirin, tevî 7 neviyên xwe em bi hev re hatin Newrozê. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, em ji bo girtiyên siyasî hatin Newrozê. Em azadiya wan dixwazin. Em ê rojekê li vê qadê bi hev re Newrozê pîroz bikin.”    ‘EM DI RÊYA GIRTIYÊN SIYASÎ DE NE’   Yek ji welatiyên ku ji saetên zû yên serê sibehê ve ji Sêweregê bi rê ketî û hatî qada Newrozê jî Eyup Yildiz e. Yildiz, got ku Newroz ji bo wan dawet û dîrok e. Yildiz, anî ziman ku polîsan ji bo ew nekevin hundir gelek hincet nîşan dane û axaftina xwe wiha qedand: “Lê em her sal li benda Newrozê ne. Em ê 3-4 saetan bisekinin qet xem nîne. Ez berxwedana girtiyên siyasî silav dikim. Em ê di rêya wan de bimeşin. Bila dewlet vê baş bizane. Daxwazên wan daxwazên me ne.”    MA / Ceylan Şahînlî