Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû 2024-03-24 13:33:29   STENBOL - Kesên di pêşbirka 27’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de xelat wergirtin diyar bûn.    Kesên di pêşbirka 27’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de xelat wergirtin diyar bûn.    DI KATEGORIYA NÛÇEYÊN NIVÎSKÎ DE DU XELAT HATIN DAYÎN    Di pêşbirka îsal di beşa Nûçeyên Nivîskî de juriyê du xelat dan. Havva Gumuşkaya bi nûçeya xwe ya “Karker bi zanebûn jehîr kirin (İşçiyi bile bile zehirlediler)” ku di 15’ê çileya 2023’yan di Bîrgunê de hatibû weşandin xelat wergirt.   Hîkmet Adal jî bi nûçeya xwe ya “Şahidê di zêdetirî 600 dosyayan de cih digire: Umît Umît Akbiyik (600'den fazla kişinin dosyasında tanık olan bir isim: Ümit Akbıyık ) ku di 26’ê îlona 2023’yan di Bianetê de hate weşandin ji heman beşê xelat girt.    XELATA TAYBET A JURIYÊ   Juriyê di beşa Nûçeyên Nivîskî de ji bo rêzefîlmê ku edîtorê rûpelên ermenîkî yê rojnameya Agosê û wênekeşê qidemdar Berge Arabian li Ermenistanê kişandibûn jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin.    Murat Uysal jî bi nûçeya xwe ya “Çîroka me pêşmalkên li ser me ye, çîroka berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê (Hikayemiz üzerimizdeki önlüklerimiz, Özak Tekstil işçilerinin direniş öyküsü)”  ku di 6’ê adara 2024’an di Evrenselê de hate weşandin jî di beşa Nûçeyên Bidîmen de hêjayî xelatê hate dîtin.    JI BO NÛÇEYA DAYIKÊN ŞEMIYÊ XELATA TAYBET A JURIYÊ HAT DAYÎN    Di beşa Nûçeyên Bidîmen de juriyê Xelata Taybet a Juriyê da nûçeya Ferhat Yaşar û Burak Karaman a “Dayikên Şemiyê: Dema hûn vê vîdeoyê temaşd dikin em ê di bin çavan de bin (Cumartesi Anneleri: Siz bu videoyu izlerken biz gözaltında olacağız) ku di 1’ê tîrmeha 2023’yan di Gazeta Duvarê de hate weşandin.    JI BO WÊNEYÊ SAMANDAGÊ XELAT HAT DAYÎN    Xelata Wêneyan a di pêşbirka îsal de Kazim Kizil bi wêneyê xwe yê di 16’ê sibata 2024’an de li navçeya Samandag a Hatayê kişandibû bû yekemîn.    XELATA ROJNAMEGERIYA HERÊMÎ   Di beşa Xelata Rojnamegeriya Herêmî de Sînan Aygul bi nûçeya xwe ya têkildarî nelirêtiyên Şaredariya Tetwanê ku di Bitlis Newsê de hatibû weşandin bû yekemîn.    JI BO METÎN CÎHAN Û ‘KARKERA JIN’ XELAT HAT DAYÎN    Juriyê îsal biryar da ku du Xelatên Taybet ên Juriyê yên din jî bide. Rojnameger Metîn Cîhan ku derxistibû holê ku dema Îsraîlê Xeze bombebaran dikir, kurê serokkomar Tayyîp Erdogan ê bi navê Ahmet Burak Erdogan sewqiyat ji Îsraîlê re dikir, hêjayî Xelata Taybat a Juriyê hate dîtin.    Juriyê, Kadin Îşçi ku di nûçeyên xwe de li ser keda jinê disekine jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.    JURIYA XELATÊ   Xelat ji hêla juriya ji Banu Guven, Fîlîz Gazî, Hakki Ozdal, Nazim Alpman, Pinar Ogunç, Sorel Dagistanli, Tuluhan Tekelîoglû û Yetvart Danzîkyan pêk dihat ve hatin diyarkirin. Dê xelat di roja rojbûna Metîn Goktepe anku di 10’ê nîsana 2024’an de bi torenekê bên dayîn.