Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye 2024-03-24 14:32:43   RIHA - Siyasetmedara kurd Leyla Zana di hevdîtina gel a li Sêweregê de bal kişand ser yekitiya neteweyî û wiha got: “Ev ne tenê tifaqeke  ji bo hilbijartinê ye. Ev tifaq ji bo em ziman û çanda xwe bijîn e. Ev tifaqa gelekî ye. Û bi keda we hate vê astê. DEM hat û dem dema avakirina yekitiya me ye.”    Siyasetmedara kurd Leyla Zana tev li hevdîtina bi gel re ya li pêşiya buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Taxa Hayriye ya navçeya Sêwereg a Rihayê bû. Dayikên Aştiyê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Çaglar Demîrel, endama Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsak, namzetê hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglu, namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Yildiz Çetîner û Alî Dursak û gelek welatî tev li hevdîtinê bûn.    Leyla Zana û şandeya pê re di têketina navçeyê de bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Piştre şande wek konvoy derbasî pêşiya buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê bû û li vê derê jî rastî eleqeyeke mezin hatin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kir.      ‘BÊYÎ BIRÊZ OCALAN AŞTÎ NE PÊKAN E’   Namzetên hevşaredariyê yên Sêwerêgê Yildiz Çetîner û Alî Dûrsak û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Sema Aîşeoglu gel silav kirin û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Celaleddîn Erkmen jî axaftineke kurt kir. Erkmen bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Bêyî Ocalan aştî ne pêkan e. Em ê teqez bi ser kevin.”   ‘SÊWEREG DERGÛŞA SIYASETÊ YE’     Siyasetmedara kurd Leyla Zana di hevdîtinê de gel silav kir û wiha axivî: “Ev cara ewil em bi we re bi vî awayî tên cem hev. Sêwereg dergûşa siyaset, huner û zanistê ye. Bila zarok bizanin kesayetên mezin çawa ji van axan derketine. Yek ji van Faîk Bucak e û Necmettîn Buyukkaya ye. Yilmaz Guney di sînemayê de ji me re bû mînak. Yek din Mehmed Uzun e ku di dibistanan de wêjeya kurdî daye xwendin. Em wan bi keda wan, bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin. Hûn ên ku civak ronî kirine jî di nava ronahiyê de bin. Yek din siyasetmedar Îbrahîm Ayhan bû. Hin mirin hene ku gelek bêwext in. Xwedayê heq wî pir zû ji me stend. Bi van kedên mezin heya îro hatiye. Divê ev yek were parastin.” Di kêliyên Leyla Zana diaxivî de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.    Di berdewamiya axaftina xwe de Zana destnîşan kir ku ji destpêka mirovahiyê heya niha jiyan bi keda jinan hatiye honandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin li aliyekê bi çandiniyê re mijûl bûne li aliyê din bi sewalkariy. Li aliyekê li zorakan nihêrtinê li aliyê din xwarin çêkiriye. Ji ber wê em dibêjin 'jin, jiyan, azadî.' Armanca me ya mezin ew e ku em jiyaneke nû ava bikin. Em dixwazin jiyaneke hemdem û nû ava bikin.”    Zana, bi domdarî bal kişand ser yekitiya neteweyî û wiha got: “Heya niha di nava xwişk û birayan de yekitî tune bû. Lê belê ev ne sûcê kurdan bû. Ji ber wê divê yekitî bi hev re were avakirin. Niha hemû partî reklamên xwe bi kurdî dikin. Xwedê ewqas qewmên cuda çêkirin ku hemû jî ji hev cuda ne. Ziman, çand û jiyanên wan cuda ne. Dibêjin pêdiviya kurdan a nasname, ziman û dîrokê nîne. Em ê dest ji rûmeta xwe bernedin. Ji kurdan re dibêjin, ‘Hûn ê wekî me tevbigerin.’ Lê belê kurd vê yekê qebûl nakin.” Zana herî dawî bang li gel kir ku li dora DEM Partiyê bibe yek.    Piştî axaftinan hevdîtin bi çepik, dirûşm û tililiyan bi dawî bû.