Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat! 2024-03-24 15:12:39   ENQERE - Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê re nameyek şand û wiha bang kir: “Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM a aştiya civakî hat...”    Şahiya pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bûn. Tevlibûna xurt a ciwan û jinan balê dikişîne. Welatiyên ketin qadê heta demekî dirêj govend gerandin. Her wiha girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji girtîgehan re” berz kirin. Girseyê dovîza “Dê dawî bêhempa be” hilgirtin.   Bername, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Di vê navberê de li qadê dirûşma “Şehîd namirin” olan da. Di pîrozbahiyê de nameya namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak hate xwendin.    NAMEYA KIŞANAK HAT XWENDIN   Nameya Kişanak ji hêla endama MYK’a DEM Partiyê Canan Çalagan ve hate xwendin. Di nameyê de Kişanak Newroza jin, ciwan û gel pîroz kir û silav ji Enqereyê re şand. Bi domdarî Kişanak got ku ew îro ji bo bibêjin “Enqere ne ya serdestan a gel e” civiyane. Kişanak, diyar kir ku ji bo coşa 8’ê Adarê û Newrozê veguhêzin ser sindoqê li vir civiyane. Kişanak bang li xelkê Enqereyê kir û wiha got: “Bang û îradeya Newrozê zelal bû. Rabe ser pêyan Enqere, azadî û serkeftinê bi dest bixe. Rabe ser pêyan Enqere, DEM a aştiya civakî hat.. Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat.”