Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin 2024-03-24 16:37:15   AMED - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di hevdîtina bil gel re ya li Erxeniyê de axivî û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de bersivê bidin tecrîda li Îmraliyê.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erxeniyê li Qada Otogarê hevdîtina bi gel li dar xist. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera Amedê Adalet Kaya, TJA, DPB, ESP, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak, namzetên navçeyê Şiyar Guldîken û Bîrsen Azak Bayar û bi sedan kes tev li bûn.    Qada mitîngên bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Welatiyan beriya mitîngê li ber dahol û zirneyê govend gerand. Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di mitîngê de got ku dê di 31’ê Adarê de qeyûman tevî qirêjiyên wan bişînin. Gurbuz, bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku li dijî gelê kurd tecrîdeke qirêjî tê ferzkirin û dê gelê kurd di 31’ê Adarê de tecrîdê têk bibe.      'EM JI BO ŞANDINA QEYÛMAN AMADE NE’   Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî ji gel xwest ku di 31’ê Adarê de îradeya xwe nîşanî qeyûman bidin û got: “Em ji bo tişta ji me hatiye dizînd îsa wergirtin amade ne.” Namzeta hevşaredariyê ya Erxeniyê Bîrsan Bayar jî diyar kir ku ew ji bo hesabê ji kesên qeyûman tayîn dikin; ziman, çand û îradeya gel tune dihesibînin tên. Namzetê din Şiyar Guldîken jî destnîşan kir ku dê şaredariyê bi dest bixin û got: “Eşkere bû ku derdê van talan e. Tu kes nikare heqaretê li vî gelî bike. Em ê bi guhên wan bigirin û ji şaredariyê derxînin.”    ‘EM XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN’    Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî daxuyand ku hilbijartina 31’ê Adarê dê bibe bersiva li dijî polîtîkaya înkar û pişaftinê ya li dijî gelê kurd.  Cîgira Seroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran jî bang li her kesî kir ku di 31’ê Adarê de xwedî li îradeya xwe derkevin.   'EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE FÎNALÊ BIKIN’   Herî dawî jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û ev tişt anî ziman: “Me li qadên Newrozê ji AKP, MHP û hemû cîhanê re got ku em hene, em hebûn û dê her hebin. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê dijîn. Bi înkar û pişaftinê hûn nikarin bi me gav paşve bidin avêtin. Qadên Newrozê nîşan da ku têkoşîn li ser pêya ye û mezin dibe. Dê ev têkoşîn di 31’ê Adarê de fînalê bike. Ev 8 sal in li îradeya gelê me qeyûm tayîn dikin. Tu xizmetekî ji gel re nakin. Zîhniyeta ku li Meclisê dema em bi kurdî diaxivîn mîkrofonên me digire, îro tê bi navê ‘kurdîtiyê’ hewl dide gel bixapîne. Tenê dedekî wan heye ew jî derdê ‘ez ê çawa îhaleyan bigirim’ e. AKP ji derdê gel fêm nake û bi şer gefan dixwe. Em dixwazin ku hûn di 31’ê Adarê de li ser sindoqê hesaba vê bipirsin. Bi sala ye birêz Ocalan di tecrîdê de ye. Em dixwazin hûn hesaba vê bipirsin. Kurdistan dê bibe DEM, DEM dê bibe Kurdistan.”    Piştre jî dengbêj Hediye Kalkan derket ser dikê û hevdîtin bi gerandina govendê bi dawî bû.